Li Helebê şahiya ji bo salvegera yekem a Jineolojiyê hat lidarxistin 2022-04-02 14:28:32     NAVENDA NÛEÇEYAN - Ji bo salvegera yekemîn a damezrandina navenda Lêkolînên Jineolojîyê li Helebê şahî hat lidarxistin.   Di 3'yê Nîsana 2021'ê de li bajarê Helebê Navenda Jineolojîyê hat vekirin. Bi boneya salvegera yekemîn a demezrandina navenda Lêkolînên Jineolojîyê li bajarê Helebê, endamên Jineolojîyê bi beşdarbûna endamên sazî, dezgehên sivîl, Kongreya Star û jinên ku cihê xwe di partiyên siyasî de digirin şahiyek li navenda Jinolojîyê ya li taxa Şêx Meqsûd li dar xistin. Hola şahiyê bi wêneyên Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdan hatibû xemilandin. Piştî deqeyek rêzgirtinê, sînevizyonek li ser perspektîvên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di derbarê jinê de hat pêşkêşkirin. Kar û xebatên Jineolojî yên salekê ji aliyê endama navenda Lêkolînên Jineolojîyê Rojyene Hisên ve hat xwendin. Koma stranan a dibistana Şehîd Qehreman Efrîn stranên xwe pêşkêş kirin.   'Jineolojî zanisteke civakî ye'    Ji Rêveberiya Navenda Lêkolînên Jineolojîyê ya bajarê Helebê Yesmîn Mihemed anî ziman ku navenda Jineolojîyê di meheke pîroz de hat vekirin ji ber ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di vê mehê de ye û wiha lê zêde kir: "Bi coş û kelecaneke pir mezin me navenda xwe vekir. Piştî vekirina navendê me dest bi danasîna Jineolojîyê kir, em li saziyan digeriyan û me Jineolojî bi wan dida naskirin. Me li navendê jin û mêr perwerde dikirin. Jineolojî zanista jiyanê ye. Jineolojî zanisteke civakî ye di her malekê de dikare cihê xwe bigire û her kes jî dikare bibe beşek bîngehîn a vê zanistê.”      Şahî bi stranan bi dawî bû.