PENa Kurd: Em êrişên dewleta tirk şermezar dikin 2022-04-02 14:17:29   NAVENDA NÛÇEYAN - PENa Kurd a ku derbarê êrişên dewleta tirk ên li ser Tirbespiyê ya li Rojava daxuyaniya nivîskî da wiha got:" Pêla girtin û givaşa li ser nivîskar, rojnamevan û siyasetmedaran ên li Tirkiyeyê jî, tabloya nebûna azadiya raderbirînê bi ronî radixe ber çavan. "   Derbarê êrişên dewleta tirk ên li ser  Tirbespiyê ya li Rojavayê Kurdistanê PENa Kurd daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de PENa Kurd bal kişand ser helbestkarê kurd Ferhat Merdê yê ku di encama êrişan de birîndar bû û wiha got:"Ferhad Merdê rêheval, hevkar û yek ji kedkarên wêjeya Kurdî ye û em di vê baweriyê de ne ku  hedefgirtina wî ne tesaduf, belkî bi zanebûn bûye. "   Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Bi berdewamiya êrişên ne rewa û dagirkeriya Dewleta Tirkiyeyê di navxwe û derve, bi taybet êrîşên ser Rojava û Başûrê Kurdistanê, ku bi dehan car tê de kesên sivîl bûne qurbanî; armanc, qirkirin û neqebûlkirina nasname, hebûn û statûya Kurdan e û ji her awayên êrişên hovane dest ranagire.    Pêla girtin û givaşa li ser nivîskar, rojnamevan û siyasetmedaran ên li Tirkiyeyê jî, tabloya nebûna azadiya raderbirînê bi ronî radixe ber çavan.      Doh, 1'ê Nîsanê, di encama êrişa hewayî ya li nêzî Tirbespiyê ya li Rojava de kesek sivîl hate kuştin û du kes jî birîndar bûn ku yek ji wan helbestvanê navdar ê Kurd Ferhad Merdê ye. Li gor agahiyan, rewşa tenduristiya Ferhad Merdê niha baş e.   Ferhad Merdê rêheval, hevkar û yek ji kedkarên wêjeya Kurdî ye û em di vê baweriyê de ne ku  hedefgirtina wî ne tesaduf, belkî bi zanebûn bûye.    Em weke Navenda PENa Kurd, van êrişan û êrişa li ser rêheval û hevkarê xwe bi tundî şermezar dikin û radigihînin ku siyaseta tunehesibandin û êrişên bi armanca tunekirina Kurdan bi ser nakeve û em ji civata navneteweyî û aliyên peywendîdar dixwazin ku rê li ber van êrişên hovane bigirin.    Komîteya Birêveber a Navenda PENa Kurd