Dê Emîne û Ferît Şenyaşar li pêş edliyeyê fitara xwe bikin 2022-04-02 11:51:57   RIHA - Dê Emîne û Ferît Şenyaşar ên Nobeda Edaletê di roja 390'î de didomînin li pêş edliyeyê fitara xwe bikin.    Çalakiya Nobeda Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 390'î de ye. Ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye malbat nobeda xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne.    'Kesên rojiyê digirin mecbûr in ku adil bin'   Emîne Şenyaşar û kurê wê yên par rojiya xwe ya ewil li pêş Edliyeya Rihayê vekirî bû ji ber roja meha Remezanê ya ewil e wê dayik û kurê wê di saetên êvarî de bên pêş Edliyeya Rihayê û fitara xwe li vir bikin. Malbatê di hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag û Serokkomarê AKP'yî Tayyîp Erdogan etiket kir û ev peyam parve kir: "Em fitara xwe ya ewil li pêş mala xwe, Edliyeya Rihayê vedikin. Dayik 390 roj in li pêş deriyê edliyeyê ye, kesên fermana serweran pêk tînin jî di malên xwe yên germ de ne. Kesên rojiyê digirin mecbûr in ku adil bin.”