Ji bo 4'ê Nîsanê 73 şitil hatin çandin 2022-04-02 11:35:15   DÊRSIM - Bi munasebeta 73'yemîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li deverên cuda yên Dêrsimê 73 şitil hatin çandin.    Rojbûna 73'yemîn a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê di 4'ê Nîsana 1949'an de li gundê Amarayê yê bi ser navçeya Xelfetiya Rihayê ve hat dinê, li Dêrsimê bi çandina daran ango şitilan hat pîrozkirin.    Welatiyên Dêrsimê ku rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kirin, li qeraxa Newala Vargasor a li Geliyê Mûnzûrê û li deverên cuda yên bajêr şitil çandin. Ji ber rojbûna 73'yemîn 73 şitil hatin çandin.