Jinên Ereb ji bo rojbûna Abdullah Ocalan dar çandin 2022-04-02 11:31:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi munasebeta 4'ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, jinên Ereb li gundê Hesewîkê şitlên daran çandin.   Rêzeçalakiyên Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) yên bi boneya rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li Şengal û gundên derdora wê dewam dikin. Bi vê boneyê li gundê Hesewîkê ya Şengalê ku pêkhateyên Ereb tê de niştecih in, jinan şitlên daran çandin. Jinên Ereb li Hesawîkê 80 şitlên daran çandin.   Jinên dar çandin daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin û rojbûna Abdullah Ocalan li hemû gelên azadîxwaz pîroz kirin û gotin; “Em weke civaka Ereb li ser malên xwe vegeriyane. Me heya astekê li ser fikir û ramanên Rêber Ocalan, xwe bi rêxistin kiriye.”   Çalakiyên ji bo pîrozkirina 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li Şengal û derdora wê dewam dikin.