Li Efrînê 3 welatî hatin revandin 2022-04-02 10:01:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor çavkaniyên herêmî hat diyarkirin ku MÎT'a tirk 3 welatî li navçeya Şerayê ya Efrînê revandin.   Li gor nûçeya ANHA'yê çavkaniyan ji kantona Efrînê ragihand ku MÎT'a tirk û komên girêdayî dewleta tirk, bi ser maleke li gundê Dêrsiwanê yê navçeya Şerayê ya kantona Efrînê de girtin û 3 welatî revandin.   Navên kesên revandî wiha ne; Arif Nebî Dawûd (32), Hesen Nasan Barazî (23) û Ehmed Leylê. Çarenûsa kesên revandî ne diyar e.   Li aliyekî din jî di rojên dawî de revandina welatiyan zêde bûye.