Karkerên tendirustiyê yên jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn 2022-04-01 13:39:15     AMED - Bi beşarbûna seroka MK'ê ya TTB'ê Şebnem Korur Fîncanci, platforma Amedê ya Tendirustvanan li ber deriyê nexweşxaneya Selahadîn Eyûbî daxuyanî dan û karkerên tendirustiyê yên ji ber şewba koronoyê jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn.   Platforma Tendirustiyê ya Amedê bi wesîleya bibîranîna karkerên tendirustiyê yên ku ji ber şewba koronoyê (COVID-19) jiyana xwe ji dest dane li ber deriyê nexweşxaneya Selahadîn Eyûbî daxuyanî dan. Seroka Lijneya Meclîsa Yekîtiya Tendirustvanên Tirkiyeyê (TTB MK)Şebnem Korur Fincanci û endamên MK'yê li gel endamên plaftformê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser wêneyên tendirustvanên ku jiyana xwe ji dest dane hebûne hate rakirin. Di destpêka daxuyaniyê de ji bo wan deqeyekê rêz hat girtin.    ‘Rêhevalên xwe bi bîr tînin’   Seroka TTB’ê ya şaxa Amedê Elîf Turan di daxuyaniyê de axivî û got: “Tê zanîn bi qasî 2 sal in em li dijî şewba koronoyê têdikoşin. Ji ber sedema şewbê jî heya niha li ser 550 karkerên tendirustvan jiyana xwe ji dest dabûn. Nêzî 200 hekîman jî jiyana xwe ji dest dan û ji dest didin.  Yekemîn hekîmê ku ji ber şewba koronoyê jiyana xwe ji dest daye Dr. Cemîl Taşçioglu bû. Li ser bibîranîna Cemîl Taşçiyer û hemû karkerên tendirustiyê ev roj weke roja bibîranîna wan hate hilbijartin.”   ‘Em bi cihekî ve naçin’   Elîf herî dawî got em ê bîranîna wan bidin jiyîn û têkoşîna xwe bidin berdewamkirin. Yên ji bo COVID-19 bibe nexweşiya pîşeyî qebûl nakin, yên ku dibêjin ‘ger qebûl nekin bila biçin, çuyîna wan hebe vegera wan tune be’ bila bizanin ji bo em mafê xwe biparêzin emê li vir bin em bi cihekî ve naçin.”