Di encama teqîna li Şehbayê de jineke din jî jiyana xwe ji dest da 2022-04-01 13:28:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama teqîna li Ehdasa Şehbayê de jineke din jî jiyana xwe ji dest da.    Di 30'yê Adarê de li maleke li Komuna 7'an ji ber tupê teqînek pêk hatibû. Roja destpêkê ji 10 kesên ji bin avahiyê de mabûn 2 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Bi vê yekê hejmar gihaşt sisiyan.    Ji birîndarên li Nexweşxaneya Avrînê dihatin dermankirin Fîdan Sebrî Çawîş jiyana xwe ji dest da.