Dîsa cezayê qedexeya hevdîtinê dan Abdullah Ocalan 2022-04-01 13:08:45   STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo ku miwekîlên wan bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin, serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dabûn. Serlêdana parêzeran bi hinceta ku dîsa cezayê qedexeya hevdîtinê ya bo 3 mehan li Abdullah Ocalan hatiye birîn, hate redkirin.    Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê bi mebesta hevdîtina bi miwekîlên xwe Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di tecrîdeke giran de tê ragirtin û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş, di 22’yê mijdara sala 2021’an de bi daxwaza “hevdîtina lezgîn” serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dabûn. Dadgeriyê di heman rojê de bersiva parêzeran dabû û derketibû holê ku du cezayên din ên qedexeya hevdîtinê li Abdullah Ocalan hatine birîn. Dadgeriya Înfazê ya Bursayê ku serlêdana parêzeran red kiribû, sedema biryara xwe jî weke qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan ku di 12’yê cotmehê de hatibû dayîn nîşan da. Dadgeriyê, sedema redkirina serlêdana ji bo hevdîtina bi malbatan re jî biryara Serokatiya Lijneya Disiplînê ya Midûriyeta Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê ya qedexeya hevdîtinê ya ji bo 3 mehan nîşan da.    Qedexeya hevdîtinê ya bi Abdullah Ocalan re di halê hazir de diviya bû di 18’ê mijdara sala 2021’ê de bi dawî bûbûya. Lê Serdozgeriya Komarê ya Bursayê bersiva serlêdana parêzeran neda. Li ser vê yekê, parêzeran vêcarê di 28’ê adarê de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan. Di serlêdanê de parêzeran xwest ku hemû astengiyên derhiqûqî yên li pêşiya hevdîtina malbatan a bi xizmên xwe re bên rakirin û hevdîtin bên kirin.    Dadgeriyê di 29’ê adarê de bersiva parêzeran da û serlêdan red kir. Dadgeriyê di bersiva xwe de destnîşan kir ku cezayekî disiplînê yê nû li Ocalan hatiye birîn û lewma jî serlêdan red kiriye.    Di biryara xwe de dadgeriyê wiha got: “Serokatiya Lijneya Disiplînê ya Îmraliyê di 3’yê sibata 2022’yan de ji bo hemû girtiyan, 3 mehan cezayê qedexeya hevdîtinê da ye. Ev ceza di 21’ê sibatê de jî teqez bûye. Lewma daxwaza hemû serlêderan hatiye redkirin.”    Bi redkirina serlêdanê re, ji sala 2018’an heta niha ev bû cara 10’emîn ku bi hinceta cezayên disiplînê daxwaza hevdîtinê ya malbatan tê redkirin.    Ji ber cezayên disiplînê û biryara Dadgeriya Înfazê ya Bursayê, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê îtîraz kir.