Ciwanê di Newrozê de hatibû binçavkirin, hat berdan 2022-04-01 12:19:36     AMED - Ciwanê bi navê Bariş T. ê di Newroza Amedê de hatibû binçavkirin, piştî parêzeran îtiraz kirin şûnde  hat berdan.    Di dema pîrozbahiya Newroza Amedê de polîsan ji bo astengkirina tevlibûnê êrişî girseyê kir. Di encama êrişê de 74 jê zarok bi giştî 298 kes hatibûn binçavkirin. Di nava zarokên binçavkirî de yên 10 salî jî hebûn. Kesên binçavkirî hem di dema binçavkirinê de û hem jî li emniyetê rastî tundiya fîzîkî û nêzikatiya xerab a polîsan hatibûn. Ji binçavkiriyan tenê Bariş T. ê 19 salî hatibû girtin.    Dadgehê bi hinceta ku di dema pîrozbahiyê de “Ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dirûşm berz kiriye” û “Flamayên bi rengên kesk, sor û zer rakirine”, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” biryara girtinê da û şand girtîgehê.    Li ser vê yekê jî parêzer û Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Ozum Vurgun li dijî biryara dadgehê îtîraz kir. Li ser daxwaznameya  Ozum, dadgehê lêkolîn kir û biryara berdana Bariş T. da.