Ji serhildêriya gund ber bi vejîna sêyem 2022-04-01 09:05:10     NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Kurd li her derê xwe amade dike ku rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz bike. Rêberê PKK’ê di nirxandina der barê jiyana xwe de vê wek pêvajoya vejîna sêyem digire dest û vediguhere perspekîfa çareseriya pirsgirêka kurd.   Jin, ciwan, Gelê Kurd û dostên wan ku di 8’ê Adar û Newroz pîroz kirin niha xwe ji bo rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan amade dikin. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 4’ê Nîsana 1949’an de li gundê Amara ya Xelfetî a Rihayê hat dinê. Abdullah Ocalan 73’yemîn rojbûna xwe li Îmraliyê di bin tecrîdê de pêşwazî dike. Gelê Kurd ku li her derê azadiya Abdullah Ocalan dixwaze wê di 4’ê Nîsanê de carek din bîne ziman.    Abdullah Ocalan di nirxandina xwe ya der barê rojbûna xwe de ku li Îmraliyê kiribû sêyemîn asta vejînê vedinasîne û ya yekem wek vejîna di civaka gund û çandiniyê de digire dest. Nirxandinên Abdullah Ocalan di heman demê de di pirsgirêkên Rojhilata Navîn de çareseriya pirsgirêka kurd wek mifteyê dibîne.   Serhildêrê gund   Abdullah Ocalan diyar dike ku pêvajoya Îmraliyê ji bo Gelê Kurd û ji bo wî dema vejîna sêyeme û wiha vegot: “Dema yekem, ji civaka gund a çandiniyê ya bi sedsala 20’an re dikeve naqokiyê heta civaka model fermî û ji dayikê vejîn, dihewîne. Di navbera vê de pêvajoya qûtbûnê ya dîrokî ya 15 hezar salî, di nava kêmasî û qelsiyên mezin de derbas bûn. Vê neçareseriyê rê li ber şerkirina civakî ya gund û nav malbatê vekir. Ez serhildêrekî gund bûm. Vê serhildanê heta derbasbûna civaka fermî berdewam kir. Piştre bi dibistana seretayî dest pê kir û di astên cuda de li dijî komara olîgarşîk serhildanan berdewam kir û bi vê re pêvajoya vejîna duyem lê zêde bû. Ev dem dişibe dema êrîşa Don Kîşot a li hember aşê ba. Vê rê li ber derketina pirsgirêkan vekir û girantir kir. Li naqokiyên civaka neolotîk û feodal taybetiyên kapîtalîst jî zêde bûn. Ji ber ne terza şoreşger bû hawirek aloz bû serdest. Serhildanê paşverûtiya nav xwe de jî çareser nekir. Vê serhildanê 20 salan berdewam kir û bandor li seranserê herêm û cîhanê kir. Di encamê de veguherî pêvajoya Îmraliyê.”   Vejîna sêyem   Abdullah Ocalan destnîşan dike ku şertên Îmraliyê ne wek şexsî wek komar û gel vejîneke sêyemîne û wiha dirêjî didê: “Vejîna duyem şîdet, şer û paqijbûn îfade dikir. Li gorî qanûna yekitî û hebûna dijberbûnên hev yên di xweza û civakê de, di esasa şîdetê de  dema dijberê komara olîgarşîkde wê cihê xwe ji komara demokratîk û layîk re bihişta. Tevî ku pêşketinek bi naqok pêk nedihat, bi naqokiyên bêwate yên bê çareserî man, her tim alozî pêk hatin, lê  texrîbat, hilweşîn û krîz dikarin pêk bên. Ji ber ku Tirkiyeyê naqokiyên xwe baş fêm nekir û di dema wê de çareserî pêk neanî, ketiye pêvajoya krîzekê û bi awayekî nikare jê derkeve. Pêvajo di alî hemû hêzan de vejîn û teşeyeke nû ferz dike.  Ji dewletê heta aboriyê ji siyasetê heta hiqûqê ji ahlaq heta hunerê di her qadê de diheje, tengerzar dibe û bi krîzê re li çareseriyê digere. Pêvajoya min ya Îmraliyê jî vê rastiyê sortir dike. Çawa ku pêvajoya beriya vê wek ‘ez û şer’ watedar bûye, ev pêvajoya nû jî tê wateya ‘ez û aştî’ yê. Parçeyeke hebûna min  hişmendiya azadiya kurd û îradeya wê ye. Ev îrade û hişmendiya bi tecrubeya şer derbas bûye, niha di pêvajoya aştiyê de derbas dibe. Pêvajoya şer xwe wek komara dij olîgarşîk û dij feodal formule dike, pêvajoya aştiyê jî xwe wek ‘demokratîk û komara laîk’ îfade dike. Veqetîn û şîdet nayê xwestin û ger ku dixwazin bi giştî xwe ji pergalê dur bixin divê Kurdan bi înkarê tune nekin. Ev şerte ku divê kurd bi hemû hebûnên xwe yên çandî bi awayekî azad bijîn. Komara xwe dispêre înkarkirina îradeya kurd olîgarşîke û ev jî şîdet û newekheviyê bixwe re tîne.   Îmrali asta dîrokiye   Abdullah Ocalan diyar dike ku pêvajoya li Îmraliyê asteke dîrokiye û wiha vedibeje: “Ji yekitiya azadiyê re yanî ji lihevkirina demokratîkbûnê re vekirîbûn tê wateya jiyanek aştiyane û wekhev. Pêknehatina vê jî ev e ku têkoşîna navbera komara demokratîk û olîgarşîk de hîna encam nebûye. Di vî alî de wek sembolîk pêvajoya Îmraliyê asteke dîrokî nîşan dide. Ev pêvajo ya aştiyê pêk tîne an jî ger ku di vê de serkeftin pêk neyê û înkar û îmhaya komara olîgarşîk bidome, wê demê wê pêvajoya şîdet û newekheviyê pêk bê.  Di dîroka Tirkiyeyê de yekem car krizek giran tê jiyîn û di bin vê de rastiyeke esas heye. Divê wek meclîs û hikûmet mijarê bi awayekî rast binirxîne. Ger ku vê neke û terkî neçareseriyê bike, ev jî nîşan dide ku çavkaniya krîza tê jiyîn siyaste. Biryara darvekirinê li ser min wek şûrê Demokles dihejînin û ev jî encamê nade û şaşiya herî mezin jî di vir de ye. Ev rewş bi Tirkiyeyê di her alî de bi mîlyonan dolar windahî dide kirin û di alî manewî de jî wê li welat êş û elemên giran derxine holê.”   Şerta yekem a aştiyê   Abdullah Ocalan baldikişîne ser şert û mercên serkeftinê û wateya dîrokî ya Îmraliyê û wiha destnîşan dike: “Pêvajoya min ya Îmraliyê, di bin vê çarçoveyê de nirxandina pirsgirêkê ferz dike. Bi zîhniyetên erzan û menfeatê ev pêk nayê û ji ber vê jî dema şerê ku xwe dispêre înkar û îmhayê ferz dike. Ji bo nekevin vê lîstikê divê bi hestiyar û feraset tevbigerin. Pêşketineke xwe dispêre îmha û maneviyê ya li Îmraliyê tê wateya îmhakirina hemû hezên îradeya azad a tirk û kurd. Ji bo şerê azadiyê ji bo başiya gelê me bi cencam bibe divê şerê parastina cewherî saxlem bên meşandin. Ev şertê yekem yê serkeftinê ye.”   Bi tena serê xwe tabutek sê-pênc metreyî..   Abdullah Ocalan birina wî ya Îmraliyê jî wiha tîne ziman: “Bi tena serê xwe û bêyî pirsgirêk li cihekî jiyîn di alî zanistê de di asta derbasbûna cureyê mirovahiyê ya 7 mîlyon sal berê de mijara gotinê bû. Ji wê dîrokê şûnde her ku cureyê mirovahiyê di asta civakîbûnê de pêş ket, ji derveyê civakbûnê mayîn tenê mayîn dihat wateya mirinê û ev baş dihat dîtin. Ez di parêznameya xwe de li ser vê sekinîm. Sedema vê ev bû; Ez wek ‘terorîstekî çavsor’ ku wekê ji ezmanan de hatime, li grava Îmraliyê bi tena serê xwe di tabuteke sê-pênc metreyî de di bin tedbîrên awarte de hatim bicihkirin.”   Di dîrokê de yekem: Kurd li dijî komployê belav nebûn   Abdullah Ocalan her wiha da zanîn ku di dîrokê de yekem car Gelê Kurd li dijî komployê belav nebûye û wiha dirêjî didê: “Pêvajoya Îmraliyê hem pêvajoya jiyan-mirinê hem pêvajoya hebûna hewcedariya veguhertinê zelal kiriye Û jî der barê çareseriyê de rê û rêbaz şênber kiriye. Bêguman Gelê Kurd û PKK’ê jî  di girêdayîna serokatiyê de rola sereke lîstiye. Gelê Kurd cara yekem di dîrokê de li dijî komployê belav nebûye, berovaji vê bihev girtine û hewlesta aştiyane û demokratîk dane holê. Ev hêz û rastiya gelê Kurd belkî jî cara yekemîne cesaret daye ku pêngava rast a peymana civakî ya nû û aştiyê bê avêtin.”   Ji bo her kesî peywir   Abdullah Ocalan her wiha diyar dike ku pêvajoya Îmraliyê peywirê dide her kesî û wiha dibêje: “Di esasa vê rastiyê de pêvajoya Îmraliyê di serî de ez bi her alî peywiran li me bar dike. Ev peywir ji bo aştiyeke erênî û demokratîkbûnê, ferz dike ku hêzên çekdarî yên PKK’ê hêzê qezenc bike. Ev ji bo valakirina êrîşên Tirkiyeyê ne ji bo valakirina hemû êrîşên paşverûyan ferz e. Ger ku ev pêk neyê aştî û demokrasî ji xeyalekê wê pêkan bin. Ez di şerê xwe yê jiyan û mirinê yê li Îmraliyê de di ferqa vê berpirsyariyê de me û ev bi biryar û baweriyek mezin vê dikinm. Aştiyeke b rumet û çareseriyek demokratîk  tercîha me hemûyane. Aştiyeke bi rumet ya pêşerojê û şerê azadiya bi rumet wê bibe serkeftinê.”