'Ji ber buhabûnê gel nikare amadekariyên remezanê bike' 2022-04-01 09:03:47   Medya Uren   AMED - Ber bi cejna Remezanê ve gel amadekariyên xwe yên xurekan dikin. Lê belê ji ber qeyrana aboriyê zêde kirîn û firotina xurekan çênabe. Esnafên Amedê dibêjin di remezanê û cejna remezanê de jî bereket nehiştine.   Her ku diçe qeyrana aboriyê li Tirkiyeyê kûr dibe. Qeyrana heyî bandora xwe li jiyana rojane her wiha li ser amadekariyên ji bo rojiya remezanê jî dike. Amadekariyên xurekan ên ji bo rojiya pêşiya cejna remezanê ya di 2'yê Nîsanê de tê kirin dewam dike. Esnafên ku dibêjin her sal me di destpêka rojiyê de hemû xurekên di destê xwe de diqedandin dibêjin di vê remezanê de kirîn kêm bûye. Esnafên giliyên xwe ji bihabûnê re kirin gotin her sala diçe em xwezî li salên berê tînin.   'Gel mecbûr dimînin xurekên xirab distînin'   Beriya rojiya remezanê bi taybetî xurekên weke xurme, tehîn, xurekên di taştiyê de û goşt dihatin firotin. Lê belê niha zem hatiye ser hemû xurekan. Bi taybet jî goşt gelekî buha ye. Enflasyona salekê ji sedî 54 bilind bûye. Ev jî bê guman bandora xwe li ser sifreya gel dike. Esnafên ku xurekan difiroşin buhabûna heyî ya xurekan bi van gotinan şîrove dikin: "Yên dikirin û yên difiroşin jî pirsgirêkên mezin dijîn. Lewra her sala ku diçe ev rewş xirabtir dibe. Berê di remezanê de ev kolan tije dibû. Em ji bo firotinê pê re nedigihêştin. Lê mixabin îsal hûn dibînin firoştgehên me vala ne. Gel zêdetir diçe xurekên kevin, an jî yên ne baş distîne. Kîjan erzan be ji nebûnê wê distîne."   'Ji ber buhabûnê gel nikare amadekariyên remezanê bikin'   Esnafên ku rewşa heyî parve kirin wiha berteka xwe nîşan kirin: "Di remezanê de jî bereket nehiştine. Ji ber buhabûnê gel nikare amadekariyên remezanê bikin. Firotin tune ye û pêwîst e dest biavêjin vê rewşê. Wê rewşa me hemûyan xirabtir bibe." Esnafeke din jî bersiv wiha da pirsa me ya penîr, zeytûn û mast çiqas biha bûye:"Ji sedî 300 bihabûn çêbûye. Ango her tişt li gorî berê bi 3 qatan tê firotin. Ji ber zemê weke ku ne remezan be. Wekî berê tiştek nemaye."   Li gorî esnaf dibêjin jî li gorî ku amadekariyên rojiya remezanê dest pê kirine jî li bazarê girseyek mezin tune ye. Gelek kes jî bi pirsê re sînordar dimînin û piştî bihayê wê fêr dibin dikevin nava nîqaşê.