ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2022'YAN 2022-04-01 09:00:00     *Di piyasa kar de rastiya ku divê em li çareya serê xwe binêrin me pir baş fêm kiriye. Hinek di asteke hîn baştir de. Piranî kes bê ewle dijîn û hewl didin dînamîkên bikarhêneriya hegemonîk ava bikin. Ev rewşa xwe bi xwe binpêkirinê, di pêvajoyên ku em kampanyayan dimeşînin, propaganda dikin û çalakiyên din pêk tînin de tên jiyîn. JI NIQAŞÊN JINEOLOJIYÊ   *Ber bi cejna Remezanê ve gel amadekariyên xwe yên xurekan dikin. Lê belê ji ber qeyrana aboriyê zêde kirîn û firotina xurekan çênabe. Esnafên Amedê dibêjin di remezanê û cejna remezanê de jî bereket nehiştine. DÎMEN HEYE   *Cigira hevserokatiya giştî ya HDP’ê Tulay Hatîmogullari  der barê nîqaşên ku TSK û PDK'ê li hember herêma Federal a Kurdistanê amadekariyên leşkerî dikin de axivî û piştgiriya PDK’ê ya ji bo TSK’ê rexne kir û  got gelek sedemên êrîşan hene lê ya herî zêde jî destkeftiyên Kurd hedef tên girtin.  DÎMEN HEYE   *Gelê kurd li her derê xwe amade dike ku Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz bike. Rêberê PKK’ê di nirxandina der barê jiyana xwe de vê wek pêvajoya vejîna sêyem digire dest û vediguhere perspekîfa çareseriya pirsgirêka kurd.   *Cîgira Hevserokatiya Giştî ya ji Komîsyona Kedê ya HDP’ê berpirs Şaziye Kose da zanîn ku Tirkiye bûye bihişta hêza kar a erzan û wek komîsyona kedê wê li dijî krîza tê jiyîn li qadan bin. Şaziyeyê got wê hem pirsgirêkan li meclîsê bînin ziman û hem jî di nokteya çarseriyê de nîqaş bikin. DÎMEN HEYE   *Serokwekîla koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş der barê Pêşnûme Qanûna Hilbijartinê de nirxandin kir û got AKP û MHP tevî qanûna hilbijartinê ya amade dikin wê bi ser nekevin. Meralê got tişta herî balkêş a di pêşnûma qanûnê de sererastkirina der barê lijneyên hilbijartinê yên navend û navçeyan e.