'Rojbûna Rêber Apo rojbûna me ye’ 2022-03-31 19:31:25     Nesrîn Hisên    ŞENGAL- Li Meclîsa Gel a Şengalê ji bo Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan semîner hatin dayîn û di dawî de dar hatin çandin.   Li Meclîsa Gel a Şengalê ji bo Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan semîner hatin dayîn û di dawî de dar hatin çandin. Semîner ji aliyê endama Kordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Niam Bedel û Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sabiha Sebrî ve hate birêvebirin.   Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo rihê cangoriyan ji Kordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Niam Bedel ji bo wateya çarê Nîsanê wiha got: “Rojbûna Rêber Apo ji bo me tevan rojeke girîng û pîrozbe ji bo me weke cejnek me Êzidiyan e. Ji ber jidayikbûna Rêber Apo jidayikbûna  fikir û felsefeyek nû ye ku ji jin civak û tevahî mirovahiyê re rêya azadiyê ye.”    Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sabiha Seberî jî di destpêka gotinên xwe de 4’ê Nîsanê li Abdullah Ocalan û tgelê kurd û azadîxwaz pîroz kir.   Sabîha Sebrî di destpêka gotinên xwe de da diyarkirin ku wan weke civaka Êzidî di fermanê de Rêber Apo nas kirin û wiha pê de çû: “ Di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de  cîhanê çavên xwe jêre girt û pê nekarî tenê Rêber Apo em jê rizgar kirin. Ji bo wê Rêber Apo felsefe û fikrê Rêber Apo şervan û her kesekê ku fikra Rêber Apo ji bo xwe erê kiriye ji bo me cihekî wan yê girîng heye. Weke civaka Êzidî ger ku me fikrê Rêber Apo wek fikrê xwe dîtibe sedem ew e ku Fikrê Rêber Apo û felsefeya jiyanê ya Êziditayê weke hev e,  Rêber Apo li ser bingeha paradîgmaya civaka demokratîk ekolojî û azadiya jinê ramanên xwe diyar kiriye ev xalana nava me civaka Êzidî de jî xalên giring û sereke ne ku ji ber van xalan civaka Êzidî rastî fermanan tê û her wiha ji bo van nirxan e ku civaka Êzidî li ser piyan e."   Sabiha Sebrî di dawiya gotinên xwe de bal kişand ser hemleya dem dema Azadiya Fîzikî ya Rêber Apo ye û wiha nirxand: “Tenê bi fikrê Rêber Apo civak dikare azad bibe. Gerdûn û mirovahî dikare azad bibe. Ji bo wê em weke civaka Êzidî divê ji bo biserketina vê hemleya ku li her deverê deng vedaye kar  û xebat bikin ji bo ku em Rêber Apo di nava xwe de bibînin."   Di dawiya semînerê de jinan li baxçeyê meclîsê ji bo rojbûna Abdullah Ocalan dar çandin.