Parlementerên Iraqî derbarê dagirkeriyê de daxwaza lêpirsînê kirin 2022-03-31 16:25:43   NAVENDA NÛÇEYAN - 25 parlementerên Iraqî xwestin ku têkildarê hêzên Arteşa Tirk a li Iraqê hatî bicihkirin lêpirsîn bê destpêkirin.   Derbarê hêzên Arteşa Tirk a ku li Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê hatî bicihkirin de, 25 parlamenterên Iraqê, daxwaza avakirina lîjneyekê kirin ku bila mijar bê lêpirsînkirin.    25 parlamenterên Iraqê ji bo lêkolînkirina hebûna hêzên biyanî yên li ser xaka Iraqê daxwaznemeyek a ji 3 xalan pêk tê pêşkêşî Serokê Parlamentoya Iraqê kirin.   Xala yekem a taybet têkildarî lêkolînkirina hejmara hêzên Emerîka, şêwirmendên wê ne. Di xala duyemîn de jî daxwaz lêkolînkirina hêzên Tirkiyeyê yên li Mûsil û Herêma Kurdistanê dike. Di nivîsê de îşaret bi 5 baregehe û 38 nokteyên leşkerî yên artêşa Tirk ên li ser xaka Herêma Kurdistanê tê kirin. Xala din a parlamenteran taybet li ser êrişa vê dawiyê ya Îranê li ser Hewlêrê pêk anî bû, ku qala hebûna MOSSAD’ê dike û li ser mijarê daxwaza lêkolînê dike.   Her wiha îro li herêma Biradost Artêşa Tirk kete 4 gundan û gef li gundiyan xwar. Ev jî binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye.