Hewldana dorpêça Şengalê ya bi têlan didome 2022-03-31 16:12:15   NAVEND NÛÇEYAN - Dîwar danîna di navbera Rojava û Şengalê îro jî dom kir. Arteşa Iraqê bi dehan tirên ku têl lê hatî barkirin ji nahiya Sinunê berbi sînorê Şengal û Rojavayê Kurdistanê ve şand.   Hikumeta Iraqê ji bo zext û dorpêçkirina li ser Şengalê girantir bike serî li rê û rêbazên nû dide. Ev nêzî mehekê artêşa Iraqê ketiye nav hewldaneke nû ku bi taybet ji milê sînorê Rojavayê Kurdistanê ve, derdora Şengalê bi dîwarên beton û têlan dorpêç dike.   Ev ne tenê li ser xeta sînor tê kirin. Li gor plansaziya artêşa Iraqê wê 5 km ji sînor dûr were danîn. Li gor vê projeyê, wê ji xeta Medîban heya gundê Bîr Qasim a nahiya Sinûnê têl were kişandin. Li Şengalê, dema ji xeta sînor 5 km bikeve hundir, mirov nêzî Xanesor û Sinûnê dibe.   Hikûmeta Iraqê beriya niha biryar dabû ku di navbera gundên Êzidiyan û Ereban de têl were kêşandin û rê nede hatin, çûndinê. Niha hikûmeta Iraqê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Şengalê de dest bi lêkirina dîwarê bi beton jî kiriye.