Du jinên di teqîna Şehbayê de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin 2022-03-31 13:49:55   ŞEHBA - Bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê bi merasîmeke heybet cenazeyê du jinên ku di encama teqîna navçeya Ehdasê de jiyana xwe ji dest dabûn oxir kirin.   Bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê bi merasîmeke heybet cenazeyê du jinên ku duh li avahiyekê di encama teqînek mezin de li navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê jiyana xwe ji dest dane, oxir kirin. Herdu jın koçberên Efrînê bûn û navên wan Cemîle Osman Mamo ya 77 salî ji gundê Berkaşê ya navçeya Bliliê û Nezhet Sîdo ya 45 salî ji gundê Baflûnê ya navçeya Şera ya Efrînê ye. Herdu cenaze li goristana Şehîdên sivîl a navçeya Fafînê ya Şehbayê sipartin axê. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştre bawernameya şehadetê ji aliyê Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Remedan ve hat xwendin.   'Em tu car ranawestin'   Hevseroka Meclîsa Kantona Efrînê Xelûx Bekir sersaxî ji gelê kurd re xwest û wiha axivî: "Di serî de em sersaxiyê ji hemû gelê welatparêz û ji malbata şehîdan re dixwazin. Duh dîsa carek din Efrîniyan êş jiyan. Me du dayikên Efrînî, du jinên berxwedêr winda kir. Lê li beramberî wê jî ji bo ku em berxwedana xwe dewam bikin û bi ser bikevin, em ê canê xwe jî fedayî vê axê bikin. Şoreşa me ya ku gihaştiye roja îro û berdewam kiriye bi pêşengtiya jinê ye, bi hêz û vîna gelê me yê berxwedêr e. Ji bo ku dijmin me tune bike û hêza me bişkîne rojane pilanên qirêj dimeşîne, lê nizanin ku em tu car ranawestin. Em ê li ser rêya pekrewanên xwe bin, em ê welatên xwe ji dagirkeriyê rizgar bikin."    Cenazeyê herdu welatiyan bi berzkirina dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana Serdemê" û "Jin jiyan azadî" sipartin axê.