Ebrû Gunay: Gelê kurd azadî û yekîtiya neteweyî dixwaze 2022-03-31 13:44:42     ENQERE - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay anî ziman ku Newroza 2022’yan tifaqa kurdan nîşan da û got: “Divê rêveberiya Başûrê Kurdistanê nebe parçeyek plana AKP-MHP’ê û pişta xwe nede gelê kurd.”    Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û geşedanên di rojevê de nirxand.    Ebrû beşek ji daxuyaniya xwe bi kurdî jî da. Daxuyaniya Ebrû ya beşa kurdî wiha ye:    "Çapemeniya hêja Newroza 2022’yan bu nîşaneya tifaqa kurdan. Wêneyê ku li qadan xuya dikir nîşaneya tifaqa kurdan bû. Gelê kurd êdî azadî û yekitiya neteweyî dixwaze. Yên ku neyartiya kurdan dikin dixwazin ku kurdan bikin bindest. AKP û MHP li ser kurdan desthilatdariya xwe û êrişên xwe mezin dike. Naxwazin ku kurd li tu derê bibin yek. Bibin xwedî statuyekê. Lê belê kurdan li dijî asimilasyon û qetlîaman li her derê li ber xwe dan û dê berxwedana xwe berdewam bikin.    Divê Başûrê Kurdistan nekeve nav lîstikên AKP û MHP’ê    Lewma hemû alî bi taybetî jî divê rêveberiya Başûrê Kurdistanê vê berxwedanê bibîne û nekeve nav planên AKP û MHP’ê. Heke ku îro piştgiriyê bidin planên AKP û MHP’ê dê ev ji bo destkeftiyên neteweyî bibe darbeyek pir mezin. Lê gelê kurd êdî van darbeyan naxwaze. Gelê kurd li qadên Newrozê peyamên girîng û bersivek mezin da. Divê her kurd xwedî li vê bersivê derkeve û daxwaza tifaqa neteweyî bi cîh bîne. Divê Başûrê Kurdistan nekeve nav lîstikên AKP û MHP’ê û divê pişta xwe nede gelê kurd.   Yekîtî û aştî ji bo serfiraziya gelê kurd pêwist e   Bi minasebeta darvekirina Qazî Mihemed û hevalên wî ez carek din Qazî Mihemed bibîr tinim û bangewaziyek dikim. Yekîtî û aştî ji bo serfiraziya gelê kurd pêwist e. Divê her kes ji bo bicihanîna vê wasiyeta Gazî Mihemed tev bigere."