'Jinên ku xwe ji şaneşînê davêjin çima şopa tiliyên wan tune ye!' 2022-03-31 09:03:57     Habîbe Eren   NAVENDA NÛÇEYAN - Di sê mehên dawî de 8 jin ji şaneşînê ketin û jiyana xwe ji dest dan. Akademîsyen Eylem Umît Atilgan balkişand ser  hiqûqa cezayê û got: “Îfadeyên jinan bê îtîbar dikin naveroka wê vala dikin. Rêbaz û sûcên ku mêr dikin bê ceza tên hiştin. Çanda hiqûqa serdest ya mêr jinê wek qurban davêje holê.”   Ji roja AKP bûye desthilatdar heta niha şîdeta li ser jinê zêde bûye û mirinên biguman, şîdet, tacîz tecawiz zêde bûye. Sedema vê jî polîtîkayên bêcezahiştinê ne. Piranî mirinên bi guman jî ketina ji şaneşînan de ye. Li gorî xebateke Fîlmmorê meşandiye di du salên dawî de 29 jinên ji şaneşîn û paceyan de ketine ligel wan mêr hebûne û piranî wek mirinên biguman derbasî qeydan bûn. Femînîst hiqûqnas Prof. Dr Eylem Umît Atilgan der barê mirinên biguman yên pêvajoya dawî de axivî.   * Li gorî daneyên ne fermî du salên dawî de 29 jin ji şaneşînan de ketine û mirine. Di sê mehên ewil yên îsal de jî 8 mirinên biguman pêk hatin. Hûn di vê mijarê de çi dibêjin?   Di vir de ya divê em balê bikşînin ser gotina ‘mirina bigumane’. Mijara ku rêxistinên jinan bi taybet tînin ziman nêzî daneyên kuştinên jinan e. Bêguman bi qasî ku em tespît dikin. Dewlet di vê mijarê de daneyên baş nagire. Divê em vê li ber çavan bigirin. Gelo zêde bûne an jî kêm bûne. Mirinên biguman bala me dikşînin.    * Di salên dawî de teşeyên qetilkirinê tund dibin û rêbazên DAIŞ warî tên bikaranîn. Dozan jî bi îdiayên întîxar û qezayê digirin. Biryarê darazê bandorek çawa li ser tabloyê dike?   Em di dozên jinan de heta di hiqûqa kar de vê dibînin; Çanda hiqûqa serdest beriya her tiştî ‘hiqûqa cezaya dijmin’ bikar tîne. Bînê îfadeyên jinan vala dikin, bê îtîbar dikin. Nêrînek wisa didin; sûc û rêbazên ku mêr bikar tînin bê ceza tên hiştin. Gumanbar jî bêguman kuştina jinan hêsan û bê bedel dibîn. Di vir de peyamek mezin didin civakê; ‘Bê hesabê jinê xwe ji camê de davêje’. Çi balkêşe ku dema jin xwe davêjin jî qet şopa tiliyan li pey xwe nahêlin. Ev nêzîkatiya civakê ya li hember jinê, dijminahiya darazê ya li hember jinê ye. Çanda hiqûqa serdest tenê cezayê gumanbaran kêm nake. Ev tenê encameke. Çanda hiqûqa serdest bi guman nêzî her rewşa der barê jinê de dibe. Mînak di doza Rabî Naz de hat dîtin. Lêpirsînên wisa ji yên din cudatirin. Em vê baş dibînin.   * Jin bi ser van gumanan de diçin, gelo çi derket holê di encama vê de?    Piştî parêzerên femînîst ev dozên mijara gotinên şopandinandin hat dîtin ku ev doz nayên lêpirsînkrin bi ser gumanê de naçin û delîl nayên reşkirin. Wek doza Şule Çet, delîl hema tê paqijkirin. Ji ber vê jî pirsa çima gumanbar delîl paqij kirine nayê pirsîn. Parêzerên gumanbaran heta asta ku jinên mexdûr sûcdar dikin diçin. Parêzerê gumanbarê Şule Çet çû ji dibistanê transkrîptîna suşeyê girt. Got dersên wê yên dibistanê qels bû ji ber vê întîxar kiriye. Dîsa bi awayekî ne etîk ji psîkiyatrîstan rapor girt. Rêxistinên pîşeyî di vê mijarê hinek pêkanîn kirin lê me ev doz kengê fêr kirin? Piştî ku tevgera jinan xwedî lê derket, piştî ku jinan xzmên wan tenê nehiştin. Ji ber ev hejmar hîna pir zêde ne. Piştî ku xizmên mexduran serî li tevgera jina didin derdikevin holê ku di van dozan de lêpirsîna qels tê meşandin.   * Di kuştinên jinan de her tim rêbazên dişibin hev tên bikaranîn û ev bûne sîstematîk. Ev ji çi pêk tê?   Ev di carekê de sîstematîk nebû. Em li paşerojê binêrin ev dane wisa di carekê de zêde nabin. Heta dema mêr hewl didin jinan bikujin beriya wê lêkolînekê dikin. Di vê mijarê de lêkolîn hatine kirin û di encama lêkolînan de derdikeve holê ku mêr lêkolîn dikin ku ka wê çend salan ceza bigirin, bi hev re diaxivin, dibêjin em ê çend salan razên û derkevin. Van tiştan li ser înternetê lêkolîn dikin û beriya jinan bikujin lêkolînekê dikin. Em van dizanin. Lê ligel teşeyê kuştinê, dibînin ku di van kuştinên wisa de bê ceza jî dimînin.    * Gelo daneyên fermî yên tên aşkerakirin rastin an na?   Em nizanin çend cînayetên ku wek ‘întîxar’ û ‘qezayê’ tên dayîn hene. Di carekê de jin ji şaneşînan de ketin û mirin. Jin bi awayên cuda dihatin kuştin lê me bi saya tevgera jinan ferq kir ku hejmara jinên ji şaneşînan de dikevin çiqas zêde ne. Berhevkirina van daneyan jî rewşek polîtîke. Dewletê ev dane kom nekir û hîna jî israr dike. Di encama hewldanên tevgera jinan de ev dane tên parvekirin lê mixabin hejmar kêm tê dayîn.    * Bi polîtîka bêcezahiştinê serê mirinên biguman tê girtin. Biryarên darazê bandorek çawa dike, ev cesaretê dide gumanbaran?   Peyama ji bo gumanbaran tê dayîn pir aşkeraye. Kuştina jinê li vî welatî cezayê wê kêm e. Kuştina jinê hîn bêtir hêsane. Rê û rêbazên kuştina jinê hene. Peyamên der barê hem kuştin û hem teşeyê kuştinê de hene. Çanda hiqûqa serdest dibêje ‘Hinek şîdet rewane û hinek jin şîdetê heq dikin’. Hîna sê roj berê bi îdiaya berpirsyariya sedeqetê neaniye cih, cezayê gumanbarê ku jinek kuşt hat daxistin. Hinek teşeyê mirinê îhtîmala ku serê wê bê girtin heye. Dosyayek bêkes, an jî nikaribe serî li cihekî bê dayîn tê girtin.    * Di raporên ATK’ê de jî guherîn tên kirin û îfadeyên skandal yên der barê jinan de dikarin bên dîtin. Di vê mijarê de hûn çi dibêjin?   Newekheviya zayenda civakî li ber darazê jî didome. Hele ku derdora wan hebe destê wan di alî siyasî û aborî de dirêj be vê bi hêsanî dikin. Di vir de gelek tiştên din yên ku jinê newekhev dike dikevin dewrê. Bêdadî û newekheviyek mezin dertê holê. Lê ya herî bi xof jî gelo xerab her tim xurtin. Na! Gumanbar dibe ku di alî aboarî de kesê raporê amade dike, fînanse kiribe û ji zîhniyeta wî ya serdest fêde girtibe. Di vir de dijminahiya li hember jinê me mahkum dike. Me hemûyan tîne hema xetê.  Di rojêne borî de nûnera Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) Gulsum Kav anî rojevê ku divê lêpirsîna mirinên jinan bi protokolek taybet bê meşandin. Ev gelek girîng e. Li aliyê din jî divê lêkolînên tipa edlî baş bên lêkolînkirin.    * Mirinên biguman û kuştinên jinan bi perspektîfa hiqûqa femînîst divê çawa bê destgirtin?   Divê gumanbar heta nokteya dawî bê lêpirsînkirin. Divê newekheviya di jiyana heyîde nekeve salona dadgehê. Peywira kesên li dadgehê ev e ku wê nîqaşê wekhev bimeşîne wekhev maf bide aliyan û wekhev bimeşîne.Dema ku pêşdarazeke ku vê wekheviyê xera dike bê dîtin divê parêzerên femînîst bikaribin mudaxale bikin û li dijî newekheviyê hişyar bin û li dijî vê stratejiyên xwe pêş bixînin. Divê hewldanên veşartina dozê bên îfşakirin. Divê dadgeha lêpirsînê bi baldarî bişopîne. Divê zêdetir raporan bixwaze û  kêmasî û naqokiyên di raporan de derxin holê. Dema ku îdia û parastin xwe birizînin heqîqet jî dertê holê.    * Hikûmetê ‘pakêta darazê ya lezgîn’ anîn rojevê. Li gorî we ev pakêt wê bibe çareser?   Ev pakêt wê kêrî tu tiştekî neke û berovajî vê wê şîdetê hîn bêtir zêde bike. Tê îdia kirin ku wê bi vê ceza bên zêdekirin. Ev bi dadgeran  ji bo ku ceza neyên dayîn wê bibe sedema by-pas û guherina cureyê  fîîlî. Bi guhertina qanûnê çanda hiqûqê nikare bê guhertin. Ev ferza rêbaza hiqûqiye. Divê beriya her tiştî bi çanda hiqûqa serdest re bên rû hev.   * Herî dawî tiştekî hûn dixwazin bêjin heye?   Sedema derxistina pakêta darazê jî tevgera jinan e. Li Tirkiyeyê rola tevgera jinan û bi taybet jî rola hiqûqnasên femînîst gelek girîng e. Yên ku vê têkoşînê hîn bêtir pêşde bibin ne îradeya siyasiye, parêzvanên mafê mirovan û saziyên civaka sivîl in. Tevgera jinan bal dikişîne ser ketinên ji şaneşînan de. Em ê pêngava ji vir şûnde jî bibînin. Wê neçar bimînin bersiv bidin. Ajandayê tevgera jinan diyar dike û daneyan jî em kom dikin. Dozan em dişopîn. Ev qadeke tevgerê ya girîng diafirîne. Divê em ji vir tevbigerin.