Ji bo Roja Hişyariya Otîzmê li Silopiyê bernameya taybet 2022-03-30 15:34:53   ŞIRNEX - Şaredariya HDP'ê ya Silopiyê, ji bo balê bikişînin li ser 2’yê Nîsanê Roja Hişyariya Otîzmê ya Cîhanê bernameya bafirok li dar xist.   Şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Silopiya Şirnexê, ji bo balê bikişînin li ser 2’yê Nîsanê Roja Hişyariya Otîzmê ya Cîhanê bernameyek li dar xist. Hevşaredarên Silopiyê Adalet Fîdan û Suleymann Şavluk û gelek zarok tevlî bernameyê bûn. Di bernameyê de pankarta “Haya me ji otîzmê heye, em bi wan re disekinin” hat vekirin.    Bernameya ku hat lidarxistin de ji zarokan re balon û bafirok hatin belavkirin. Bi tevlî stranan zarokan bafirokan firand.   Bername piştre bi dawî bû.