Li dijî çêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de meşek hat lidarxistin 2022-03-30 14:35:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Kobanê li dijî lêkirina dîwarê navbera Rojava û Herêma Federel a Kurdistanê meşiyan û helwesta PDK'ê hat şermezarkirin.   Hikûmeta Iraqê li ser sînorê di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de dîwar çêdike. Iraqê beriya niha biryar dabû ku di navbera gundên Êzidiyan û Ereban de têl bikişîne û rê nede hatin û çûna di navbera herdû herêman. Piştî bertekên ev biryar hatibû taloqkirin. Lê niha hikûmeta Iraqê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Şengalê de dest bi lêkirina dîwarê bi betonê kiriye.    Li Kobanê li dijî dîwarê ku tê danîn meşek hat lidarxistin. Meş bi pêşengiya Kongreya Star a navçeya Qinê hat lidarxistin û li pêşiya Meclîsa Nehiya Qinê destpê kir, heta Sotemeniya navçeyê dewam kir.   Di meşê de dirûşma "Na ji xiyanetê re" hat berzkirin. Piştî meşê ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin û endama Rêveberiya Kongreya Star a Navçeya Qinê Sûad Şêx Demîr axivî.   Di daxuyaniyê de işaret bi hevkariya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) a bi dewleta Tirk re hate kirin û hate ragihandin ku PDK ji destpêkê ve hewl dide şoreşê têk bibe û destnîşan kir ku wê her tim li ber xiyanetê rabin.   Sûad Şêx Demîr ragihand ku bi piştgiriya PDK'ê niha dîwar di navbera Rojava û Herêm Federal a Kurdistanê de tê danîn û got: "Em ê têkoşîna xwe ya li dijî xiyaneta PDK'ê dewam bikin."   Çalakî bi dirûşma "Bê serok jiyan nabe", "Bimire xiyanet" bi dawî bû.