Fîlîz Budak: Ev sal dê bibe sala azadiya Rêber Apo 2022-03-30 11:58:18     Qeder Kar - Bêrîvan Tunç   MEXMÛR - Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Fîlîz Budak, diyar kir ku, di vê pêvajoyê de pêwiste ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çi hewcebe bê kirin.   Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlên xwe re hevdîtin bikin di heftê de 2 serlêdanan dikin, lê ev serlêdanên parêzeran ne bi erênî ne jî bi neyînî nayên bersivandin. Parêzerên Abdullah Ocalan piştî 8 salan di 2-22’yê gulan, 12-18’ê hezîran û 7’ê tebaxa 2019’an de hevdîtin bi muwekîlên xwe re kiribûn. Herî dawî ji ber îdiayên li ser hesabên medya civakî yên derbarê Abdullah Ocalan de fikarên raya giştî mezin bûbûn û di 25’ê adara 2021'ê de birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan pê re bi telefonê axivî bû, lê hevdîtin di nivî de hatibû birîn.    Di pîrozbahiya Newroza 2022'yan de tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan li qadan hat şermezarkirin û azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan hat bilêvkirin. Hevseroka Meclisa Gel a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Fîlîz Budak derbarê tecrîd, pîrozbahiya Newrozê û pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê de ji ajansa me re axivî.   ‘Li Îmraliyê pergala îşkenceyê'   Filîz, di destpêka axaftina xwe de wiha bal kişand ser polîtîkayên taybet a li hemberî Îmraliyê: "23 sal in rêbertî di hicreya yekkesî de tê girtin. Girava Îmrali ya ku mirov dikare bêje bi temami bi armanca tunekirin û teslimgirtina kesayet û pêşengan hatiye avakirin. 23 sal in ku rêberê me di ve zindanê de ye û di hucreyê de li ber xwe dide. Tirkiyê li Îmraliyê wek gardiyanî erkdar e. Polîtikaya îşkencê ya daîmi li Îmraliyê wek pergaleke îşkenceyê tê domandin."   'Hevdîtin nayê kirin'   Fîlîz, diyar kir ku di serî de parêzer û piştre jî malbat nikarin biçin hevdîtinê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Serlêdanên malbat, parêzer û heyetan bi hincetên ji rêzê bi sala ne tên astengkirin. Bi taybetî ji ji sala 2015'an heya niha hevditinên daimî ya ku berê ji çarşem heya çarşemê weke malbat û parêzer pêkdianîn, ji tîrmeha 2015'an heta niha hatine rawestandin. Bi çalakiyên ku hatin kirin re car caran hevditinên kurt bi malbatê re pêk hatin. Herî dawiyê di 22'yê nîsana 2021’ê de malbat bi rêya telefonê bi dusê deqiqeyan hevdîtin pêk anîn."   'Pergal xitimî ye'   Fîlîz, destnîşan kir ku niha li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê qeyranek heye û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Rêberê me, serkêşiya pergalekî ku alternatîfa pergala netewdewlet a pergala kapîtalîst kir. Pergala heyî li dijî fikr û felsefeya rêbertiyê ya ku azadiya jin, pêşengtiya ciwan û azadiya civakî pêş dixe asteng bike pergala îşkenceyê pêş xist. Her wiha bi tecrîda girankirî re jî qeyranên li Rojhilata Navîn jî di asta polîtîk de kûr dikin. Şer û polîtîkayên tê meşandin diyar dike ku rêya çareseriyê hatiye xetimandin, ev şer û qeyranên tên meşandin ji bandorekî zêde li civakê dike. Em dema rewşa Tirkiyeyê dinirxînin em dibînin ku qeyrana aborî, siyasî, parastin, exlaqî heye. Lê belê rêbertiya me hemû rê û rêbazên çareseriyê daniyê holê. Lê belê hêzên ku naxwazin ev pirsgirêk çareser bibe bi her awayî tecridê giran dike."   'Newroza rêbertiyê...'   Fîlîz, wiha bal kişand ser pîrozbahiyên îsal a Newrozê: "Bi rast hatina 4’ê Nîsanê û beriya wê bi rasthatina Newrozê ku dirûşma 'Newroza 50'î salî, Newroza serfiraziyê, Newroza Serok Apo pîroz be'. Ev Newroz bi rastî jî wekî Newroza rêbertî hat pîrozkirin ku hemû qad bi alên tevgera azadiyê, bi posterên rêbertiyê hatibûn xemilandin. Ev yek ji bo armancekî bû, heya rêbertî bi awayek fîzîkî azad nebe, ev civak, gel û tevger wê di çalakiyên xwe de paşve gav navêjin. Dîsa em ê bi awayeki xurt 4'ê Nîsanê jî pêşwazî bikin. Her wiha Gelê Kurd, rojbûna rêberê xwe wek rojbûna xwe dibîne."   ‘4'ê Nîsanê bi girseyî tê pîrozkirin'    Fîlîz Budak, destnîşan kir ku ji bo 4'ê Nîsanê amadekariyên cur bi cur tên kirin û wiha bi lêv kir: "Bi boneya 4’ê Nîsanê li wargehê Mîhrîcana Çand û Werzişê tê lidarxistin. Her wiha bi awayeke giştî li wargehê 4'ê Nîsanê tê pîrozkirin. Di mîhrîcana ku tê lidarxistin de aktîvîteyên werzişî û pêşbirkên zanistî ji aliyê xwendevan û mamostayan ve tê lidarxistin. Dîsa bi pêşengiya Meclîsa Îştar şeva ji dayikbûna rêbertî bi awayek girseyi tê pîrozkirin."   'Ev sal dê bibe sala azadiya Rêber Apo'   Fîlîz wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di dawiyê de em bang li Gelê Kurd dikin û gelên aştîxwaz dikin di vê pêvajoyê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çi dikeve ser milê kê bila pêk bine ku em bikarin behsa çareseriyek sedsalî bikin. Em bikarinbin behsa azadiya jinê bikin. Di vê çarçoveyê de em rojbûna Rêber Apo li hemû gelê azadîxwaz Gelê Kurd, li hemu jinan, zarokan û ciwanan pîrozdikin. Em dibejin ev sal dê bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.”