Ebîr Hasaf: Di konferansê de peyama xurtkirina berxwedanê hat dayî 2022-03-30 09:01:57     Gulistan Şahîn   QAMIŞLO - Endama Kordînasyona Meclîsa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebîr Hasaf konferansa Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi armanca nîqaşkirina rewşa jinan a li herêmên dagirkirî li dar xistibûn wiha dinirxîne: "Ger jin mil bi mil, dest bi dest, bê cudabûn bi hev re kar û xebatê bimeşînin dikarin bigihêjin azadî, rizgarî û xurtkirina hebûna jinê."    Di 24'ê Adarê de bi pêşengtiya Meclîsa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê konferansek bi dirûşma "Jinên Sûriyeyê di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de di nava êş, xweragirî û berxwedanê de ne" li dar xist. Her wiha di konferansê de tevger û rêxistinên jinan, Rêveberiya Xweser, nûnerên Têkiliyên Derve û Diplomasî, Kongreya Îslama Demokratîk û koçberên hin herêmên dagirkirî amade bûn. Di heman demê de hin mêvanên ji Sûriye, Tûnis û Misrê yên Rojhilata Navîn li ser skaypê tevli konferansê bûn. Konferans ji bo nîqaşkirina rewşa jinan li herêmên di bin kontrola dewleta tirk de û xilasiya ji dagirkeriyê hat lidarxistin. Her wiha di vê konferansê de gelek biryarên girîng hatin girtin. Têkildarî konferansê, Endama Koordînasyona Meclîsa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Ebîr Hasaf nirxandinên girîng kir.    'Jinên ku di herêmên dagirkirî de êşê dijîn, yek in'   Ebîrê di destpêka gotina xwe de bal kişand ser konferansek bi vî rengî hatiye lidarxistin û wiha got: "Pirsgirêkên ku îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêdibin gelek jê li herêmên dagirkirî ne. Gelek çalakî ji bo dagirkeriya dewleta tirk hatin lidarxistin û di her çalakiyê de gel bal kişand ser dagirkeriya dewleta tirk. Di rewşên şer de kesê ku herî zêde berdêlê, êş û zehmetiyê dijîn jin e. Me di kongreya xwe ya yekemîn de biryar girt ku konferansek wiha bi pêşengtiya Meclîsa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar bixînin. Di vê konferansê de bi taybet êşa jinê ya di hundirê herêmên dagirkirî de hat destgirtin. Li kêleka dagirkeriyê, berxwedana jinan jî hate nirxandin. Dewleta tirk di qeyrana Sûriyeyê de roleke bingehîn dileyîze û vê qeyranê her ku diçe kûrtir dike. Bi demê re ne tenê qeyran kûr kir, herêmên me dagir kir. Dewleta tirk niha Idlib, Cerablûs, Ezaz, El Bab, Serêkanî, Efrîn û Girê Spî dagir kiriye. Hêzên dagirker yek e û şêwazên cur be cur bi kar tînin. Hûn heman çete bi destên hêzên dagirker digirin. Di herêmên dagirkirî de jin bi rengekî taybet tê armancgirtin û berdewamiya vê êşê heye û nehatiye bidawîkirin. Îro dewleta tirk bi balafirên bê mirov herêmên me bombebaran dike û sivîlan hedef digire."   'Li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî pêk hat'   Ebîrê da zanîn ku gelek sazî û dezgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî konferansê bûne û wiha domand: "Ev konferans bi pêşengtiya Meclîsa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat û gelek kesayetên rêxistinên hiqûqî û rêxisitnên jinan beşdar bûn. Her wiha li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarbûn çêbû û ji Idlibê jî tevlîbûn pêk hat. Rêveberiya Xweser, Rêxistinên Siyasî, sazî û dezgehên sivîl beşdar bûn. Di heman demê de him mêr, him jî jin beşdarî vê konferansê bûn."   'Jenosîdek li ser çanda kurdî tê meşandin'   Ebîrê nirxandinên ku di konferansê de hatine kirin wiha parve kir:"Di konferansê de jinan bal kişandin ser koçberiyê û jin di koçberiyê de çawa dijîn? Nirxandinên mîna dewleta tirk çawa destwerdan li ser herêmên me dike? Dewleta tirk di hundir de xirabûyinên çawa dike? Çi leşkerî û çi şerê taybet be hate nirxandin. Hêzên navneteweyî heta niha jî li dijî van dagirkeran bêdeng e û ev bêdengî jî hate nirxandin.  Îro em dibînin di nava mehekê de şerê Ukranya-Rûsyayê tê jiyîn û tevahî cîhanê ev xistiye rojeva xwe, elbet ev rewş me jî diêşîne, lê em dibînin heta niha herêmên me û dagirkeriya dewleta tirk neketiye rojeva cîhanê. Her wiha hevpeyman û zagonên navneteweyî hatin niqaşkirin ku dewleta tirk li ser herêmê sûcên şer dide meşandin, lê di navneteweyî de kesek li ser van sûcan nesekiniye. Jenosîdek li ser çanda gelan ji aliyê dewleta tirk ve tê meşandin û demografiya herêman tê guhertin. Tu rengên kurdî li herêmên me yên ku hatine dagirkirin nehat hiştin. Em dipirsin çima cîhan li hember van sûcan bêdeng e? Dewleta tirk Efrîn bi Hatayê, Serêkaniyê bi Kilîsê ve girê dayî. Gelek nirxandinên xurt li konferansê pêş ketin ku em bikaribin peyama xwe ji raya giştî re parve bikin."   'Di konferansê de peyama xurtkirina berxwedanê hat dayîn'   Ebîrê peyama ku ji konferansê derketiye wiha nirxand: "Me di konferansê de peyam da ku mirovahî perçe perçe nabe. Di konferansê de peyama xurtkirina berxwedanê hat dayîn. Daxwazên azadî, jiyan, aramî û demokratîk di nava mirovahiyê de heye. Gel dixwaze vê peyamê bigihîne asta navneteweyî 'bes e ji dewleta tirk re ku destwerdanê li ser herêmê me dike'. Kesayetên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn hemû jî girêdayî hev in. Kiryarên ku di herêmên dagirkirî û koçberiyê de bi serê jinan de tên bandorê li tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Jin tên hedefgirtin, tê xwestin ku civakê bindest bikin û ev rewş pirsgirêkek giştî ava dike. Em dixwazin ew dewletên ku van kiryaran pêk tîne destê xwe ji ser me rakin. Em dixwazin dewleta tirk bê muhasebekirin û di asta navneteweyî de were hikumkirin."   'Divê komîteyek ji aliyê navneteweyî ve derbasî herêmên dagirkirî bibe'   Ebîrê biryarên ku di konferansê de hatine girtin wiha anî ziman: "Biryarên ku di konferansê de derketin girîng bûn û peyama me ya esasî ew bû ku li dijî dagirkeriyê em asta berxwedanê mezin bikin. Em dikarin bi berxwedanê herêmên xwe rizgar bikin û mafê jinan bi dest bixînin. Her wiha biryar hate girtin ku em dewleta tirk weke dewletek dagirker pênase bikin û em vê yekê bikin cîhanî. Her wiha di qada navneteweyî de jî weke dewletek sûcdar ku ewqas kiryar meşandiye bê pênasekirin. Bangawazî di asta  navneteweyî de hebû ku komîteyan bişîne herêmê û ev komîte bikaribe şer û dagirkeriya ku pêk hatiye belge bike û bişopîne. Çeperên ku li ser herêmên dagirkirî bên şikandin û ragihandin derbasî herêmên dagirkerî bibin û rewşa gel bişopînin. Em dibînin kesên ku di cihên dagirkirî de mane nikarin bi telefonê jî biaxivin. Di heman demê de biryar hate girtin ku em  konferansên wiha di asta navneteweyî de jî çêbikin û di raya giştî ya cîhanî de bikin rojev. Gelek tişt hene ku raya giştî nizanin di van herêman de çi tê jiyîn. Têkiliya Rêxistina Jinan, bi Rêxistinên Jinên Sûriyeyê re jî xurtir bibe. Em bi hev re bikaribin van rastiyan bigihênin herkesî. Em niha ji pêvajoyek siyasî re derbas dibin, heta ku dagirker ji axa me dernekeve qeyrana heyî çareser nabe. Divê jin di çareseriya Sûriyeyê de cihê xwe bigire. Bi hebûna hemû welatiyên Sûriyeyê li ser erdê Sûriyeyê di guftugoyên Sûrî-Sûrî de qeyrana Sûriyeyê bê niqaşkirin."   'Em hemû jin dikarin bi hev re hevdu rizgar bikin'   Ebîrê herî dawî da zanîn ku jin mil bi mil dikare dagirkeriyê têk bibe û wiha bi dawî kir: "Êşa tevahî jinan wek hev e. Em wek netew, netewa herî xurt in û her wiha wek netew herî bindest in. Banga min ji tevahî jinan re heye ku em mil bi mil û dest bi dest, bê cudabûn bi hev re kar û xebatê bimeşînin da ku em bigihêjin azadî, rizgarî û xurtkirina hebûna jinê. Jinên ku di herêmên dagirkirî de dijîn, em dibêjin ku dilê me, ruhê me û kar û xebata me yek e. Em hemû jin dikarin bi hev re hevdu rizgar bikin. Rizgarkirin û azadî ne perçe ye, giştî ye."