TÎHV çû serdana 'Nobeda Edaletê' 2022-03-29 16:30:23     ÎZMÎR - TÎHV di roja 33'yemîn a Nobeda Edaletê de çû serdana malbatên nobedê digirin û diyar kir ku li girtîgehan girtî ji mafê tenduristiyê bêpar tên hiştin û ji Wezareta Tendirustiyê jî di vê derbarê de randuvû xwestine lê belê bersiv negirtine.    Malbatên girtiyan ji bo girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin û yên nexweş bên berdan li baroya Îzmîrê dest bi Nobeda Edaletê kiribûn. Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Aliagayê di roja 33'yemîn a Nobeda Edaletê de çû serdana malbatên nobedê digirin.   Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Coşkun Usterci diyar kir ku ATK krîterên zanyariyê esas nagire û got loma di vê pêvajoyê de gelek girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane.    Endama Lijneya Rêvebir a TÎHV'ê ya Îzmîrê Bijîşk Habibe Guneş diyar kir ku wan derbarê rewşa girtiyan û raporên ATK didin ji Wezareta Tendirustiyê randevû xwestine û got mafê herî rewa yê tendirustiyê ji girtiyan tê girtin.    Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Aliagayê Gul Ekici jî diyar kir ku ew ê ji bo azadiya girtiyan li berxwe bidin û got tecrîd li hundur zêdetir bûye, em soz didin em ê bi hev re têbikoşin.