'Jin bi perwerdeyê xwe bi rêxistin dikin' 2022-03-29 10:47:02     ŞENGAL - TAJÊ li Şengalê dest bi perwerdeyê kir. Dê di perwerdeyê de li ser mijarên girîngiya perwerdeyê, zayendperestî, dîroka jinê û welatparêziyê bê sekinandin. Moniya Seîd a beşdarî perwerdeyê bû wiha got:"Jin bi perwerdeyê xwe bi rêxistin dikin."   Tevgra Azadiyê Jinên Êzidî (TAJÊ) li ser fikir û ramana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên hevjiyana azad, netewa demokratîk û azadiya jinê dest bi perwerdeyê kir. 10 jinên endamên meclîsa jinê, asayîşa jinê, ragihandinê beşdarî perwerdeyê bûn. Perwerde wê 10 rojan berdewam bike. Wê di perwerdeyê de li ser girîngiya perwerdeyê, zayendperestî, dîroka jinê û welatparêziyê bê sekinandin.    'Jin bi perwerdeyê xwe bi rêxistin dikin'   Yek ji jinên ciwan ku beşdarî vê perwerdeyê bûye jina bi navê Moniya Seîd ji ajansa me re axivî û bal kişand ser girîngiya xweperwerdekirinê û wiha got: "Em ji bo ku baş ji civaka xwe re xizmetê bikin hatine beşdarî perwerdeyê bûne. Ji bo em xwe ji aliyê fikrî pêş bixînin em beşdarî perwerdeyê bû. Her wiha dema mirov xwe ji aliyê fikrî ve ava bike dikare li hember hemû êrîşan şer bike. Perwerde hêzê di mirovan de ava dike, bi taybet weke jin. Jin niha bi rêya perwerdeyê xwe ava dike û xwe bi rêxistin dike. Ji ber vêya lazim e hemû jinên Êzidî bê dudilî berê xwe bidin akademiyan."