'Bila gelê me li dijî rewşa girtiyan rabe ser piyan' 2022-03-29 09:03:47     Sema Çaglak   AMED - Jinan bal kişandin ser rewşa girtîyên nexweş, binpêkirinên li girtîgehan û destnîşan kirin ku bila hemû girtiyên sîyasî serbest werin berdan. Herwiha jinan banga hestiyariyê kir û gotin ku divê gelê me li hemberî rewşa girtiyan û bi taybetî jî ji bo girtiyên nexweş rabe ser piyan.   Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her ku diçe zêdetir dibin. Di serî de Aysel Tugluk girtiyên nexweş ku nikarin bi xwe pêdivyên xwe pêk bînin li girtîgehan tên girtin. Girtiyên nexweş li girtîgehan di hucreyên yek kesî de tên girtin û bi tena serê xwe jiyana xwe ji dest didin. Tecrîd di serî de li Îmraliyê li hemû girtîgehan li hemberî girtiyan wekî rêzazeke îşkenceyê tê meşandin. Girtî her roj bi binpêkirinên mafan ên nû re rûbirû tên hiştin. Bi taybetî malbatên girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin li dijî van binpêkirinên mafan ên li girtiyan bi rojane li gelek bajaran di bin navê "Nobeda Edaletê de" çalakiyan li dar dixin. Malbat banga hestiyariyê li raya giştî û li rayedaran dikin. Lê Rayedar bêdengiya xwe didomînin.    Li hemberî vê bêdengiya rayedaran bertekên malbatan û ên gel roj bi roj zêdetir dibin.  Di vê çarçoveyê de me jî mirofona xwe dirêjî jinan kir. Jinên ku derbarê rewşa girtîgehan de axivîn banga hestiyariyê kirin.     ‘Bila gel ji bo girtiyan rabe ser piyan’   Emîne Al daxuyand ku keça wê  6 sal in girtî ye û niha li girtîgeha Bûnyanê ya Qeyseriyê tê girtin. Emîne di destpêka axaftina xwe de hemû girtiyên siyasî silav kirin û wiha got: “Keça min Gulîstan Al li girtîgeha Bûnyanê ya Kayserîyê girtî ye.  Bila gel êdî bêdeng nemîne û ji bo girtiyan rabe ser piyan. Bila hemû girtiyên nexweş û ên ku cezayê wan qediyaye serbest werin berdan. Gelek girtiyên bê sûc cezayê muebeta giran li wan hatiye birîn. Ez silavên xwe ji Serok Apo re dibêjim û dixwazim di serî de Serok Apo, hemû girtiyên sîyasî azad bibin.”   ‘Bila Aysel Tûglûk serbest were berdan’   Kîbar Yildiz jî anî ziman ku girtiyên sîyasî bi muameleyên nebaş re rûbirû dimînin û wiha got: “Em dixwazin siyasetmedarên me û hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan.  Li zindanan girtî di şert û mercên zahmet de tên girtin. Girtiyên edlî berdidin lê girtiyên sîyasî bi hincetên vala di girtîgehê de tên hiştin û bi awayê kêfî li hemberî wan tevdigerin. Ev zilm e. Bila Aysel Tugluk a ku nexweşiya wê girane li gel girtiyên din ên nexweş demildest serbest berdin û aştî bê vî welatî.”   ‘Bi sala ye ez nikarin lawê xwe bibînim’   Koçer Ucu jî diyar kir ku lawê wê 26 sal in girtî ye û wiha axivî: “Em ji bo azadiya girtiyan li qadan e. Bila bes zilmê li me û girtiyên me bikin. Kurê min 26 sal in di zindanan de ye.Temenê min mezin e û gelek nexweşiyên min hene. Ji ber rewşa xwe bi sala ye nikarin lawê xwe bibînim. Çi heqê wan heye ku vê zilmê li me dikin. Me çi ji wan kiriye? Em dixwazin girtiyan berdin û girtiyên nexwş li gel malbata xwe li mala xwe jiyana xwe ji dest bidin.”   ‘Birayê min 30 sal e li zindanê di bin zilmê de ye’   Lutfîye Kaba jî  bilêv kir ku birayê wê Abdullah Kaba 30 sal in di girtîgehê de ye û gelek nexweşiyên wî hene. Lutfîye, got: “Birayê min bi sala ye  girtî ye û gelek nexweşî di girtîgehê de lê peyda bûne. Zarokên wî bi tenê dimînin. Diya min, bavê min û birayê min bêyî ku wî bibînin jiyana xwe jidest dan. Her wiha xwişka min jî bêyî dîtina wî jiyana xwe ji dest da. Kesekî birayê min nema û ew jî bi sala ye li zindanan di bin zilmê de ye. Zilma ku dikin êdî bes e.  Birayê min nexweş e û ji dil û mîdeya xwe emeliyet bûye. Hewiha nexweşiya dil jî pê re heye.”   Munevver Kurtay jî bal kişand ser tecrîda li ser girtîyan û destnîşan kir ku bila zilm û tecrîda li ser girtiyan bi dawî bikin. Munevver, got: “Bi awayê kêfî li hemberî girtiyan tevdigerin. Ava germ nadin wan, xwarinên nebaş didin. Bila vê zilmê bi dawî bikin.”