ROJEVA 29'Ê ADARA 2022'YAN 2022-03-29 09:00:00     *Nafiye Kuçuk, di salên 90'î de 3 birayên wê tên qetilkirin, di sala 2015-2016'an de jî 2 kurên wê di jêrzemînên Cizîrê de tên qetilkirin û kurek wê jî di sala 2017'an de tê girtin. Nafiye ligel êşa dilê xwe wiha dibêje: "Divê bê zanîn ku heta damleyeke xwîna me hebe em ê li ser vê rêyê bin. Em kurd in û em serbilindin. Em hene û em ê li her derê bin." BI DÎMEN    *Dayika Mustafa Dag, Naîme Dag diyar kir ku Mustafa ji bo pîrozbahiya rojbûna PKK’ê Abdullah Ocalan her tim bi kelecaneke mezin diçû Amarayê û got: "Lê di rêwitiya 3'yem de Mustafa hat qetilkirin. Piştî wî, ez û du zarokên wî me berê xwe da Amarayê. Ez dixwazim bila kelecana Mustafa ya 4’ê Nîsanê tu carî neyê jibîrkirin."  BI DÎMEN   *Jinan bal kişandin ser rewşa girtîyên nexweş, binpêkirinên li girtîgehan û destnîşan kirin ku bila hemû girtiyên sîyasî serbest werin berdan. Herwiha jinan banga hestiyariyê kir û gotin ku divê gelê me li hemberî rewşa girtiyan û bi taybetî jî ji bo girtiyên nexweş rabe ser piyan. DÎMEN HEYE