ROJEVA 27'Ê ADARA 2022'YAN 2022-03-27 09:00:00   * Jinên ku di Sûka Keda Jinan a Silopiyayê de esnaftiyê dikin da zanîn ku ev proje ji bo jinan pir watedar e û gotin: "Şaredariya Silopiyê bi xebatên wisa hêzê dide jinan. Em ê li vir piştevaniya jinan xurttir bikin." BI DÎMEN    *Jinên ku beşdarî Newroza Amedê bûn bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û destnîşan kirin ku heta  Abdullah Ocalan azad nebe wê gelê kurd nesekine. DÎMEN HEYE   *Jinên li Îzmîrê dijîn bertekên xwe li hemberî 11 jinên ku li Amedê hatî girtin anîn ziman û gotin: "Êrişên li hemberî jinên kurd tê wateya êrişê li hemberî têkoşîna hemû jinan. Tevî hemû zext û binçavkirinan têkoşîna jinê nayê astengkirin." BI DÎMEN