Rêxistinên Jinan: Me agirê raperînê ji zû de ye vêxistiye 2022-03-26 16:17:34   ENQERE - Bi hinceta beşdarî Roja Jinên Cîhanê bûne polîs li malbatên endamên Parastina Jinê geriyabûn. Rêxistinên Jinan ên Enqereyê derbarê mijarê de daxuyanî da û diyar kir ku wan agirê raperînê ji zû de ye vêxistiye.   Li Enqereyê rêxistinên jinan û femînistên serbixwe di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de çalakî li dar xistibûn. Rêxistinên jinan û femînistan diyar kir ku polîs li malbatên jinên tevli çalakiyên 8’ê Adarê bûne û derbarê vê yekê de li Mor Mekan civîna çapemeniyê li dar xistin. Hale Baydîllî di civînê de axivî û destnîşan kir ku Midûriyeta Polîsan a Enqereyê li malbatên gelek jinên tevli çalakiyên wan bûne geriyane û gef li wan xwarine û dixwazin bi destê dewletê zext û tundiyê li ser jinan bikin. Hale got dê gef û tundiya polîsan dê nikaribe çalakî û têkoşîna jinan asteng bike.    Endama Tora Parastina Jinan Aysun Gençtanir jî destnîşan kir ku armanca vê sepana polîsan ew e ku têkoşîn û berxwedana jinan were tepisandin û lê wê ev gef nikaribin wan rawestînin û dê têkoşîna xwe berdewam bikin.    Endama Partiya Karkeran a Tirkiyeyê Ece Turkozu û Latîfe Kahya ya ji Femîstinên Serbixwe jî axivîn û gotin ew ê têkoşîna xwe bidomînin.