Li dijî ajansa ANHA'yê êrişa sîberê pêk hat 2022-03-26 11:04:38   RIHA - Êriş li dijî sîteya înternetê ya Ajansa ANHA'yê pêk hat.    Êrişa sîberê li dijî sîteya înternetê ya Ajansa Hawar Newsê (ANHA) ya navenda wê li bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê,  pêk hat. Ajansa ku sîteya wê nayê vekirin li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev parvekirin kir:"Hemû servîsên me bi êrişa hackerên dewleta tirk a dagirker rû bi rû maye. Heta daxuyaniyeke din nûçeyên ku tên derbaskirin ji aliyê me nayên parvekirin. Em vê yekê ji şopînerên xwe re radigihînin."