Twitterê, hesabê Ajansa Mezopotamyayê da sekinandin 2022-03-26 10:57:31   STENBOLÊ - Ji ber Ajansa Mezopotamyayê nûçeya tundiya li ser zarokan a di wargeheke taybet a terîqatekê ya li Esenlerê derbas kir twittirê hesabê @MAturkce ji bo 5 saetan da sekinandin.   Twitterê, ji ber Ajansa Mezopotamyayê (MA) nûçeya tundiya li ser zarokan a di wargeheke taybet a terîqatekê ya li Esenlerê derbas kir, hesabê MA'yê yê @MAturkce ji bo 5 saetan rawestand. A.E. yê li wargehê peywîrdar li xwendekarên dora maseyê ders dixebitin xistibû û dema ev dîmen derketibûn holê jî hatibû binçavkirin. A.E. piştî kirariyên miduriyeta polîsan sewqî Edliyeya Bakirkoyê hatibû kirin.    A.E. yê gumanbar di îfadeya xwe ya edliyeyê de wiha got: “Ez wê kêliyê hêrs bûm û ji bo zarok bêdeng bin min şimaq li serê wan da. Ji bo tişta min kirî ez poşman im.” Dadgeha Ceza ya Sûlhê A.E. ji ber sûcê “birîndarkirina hêsan” girt û şand girtîgehê. Ji ber MA'yê tundiya li terîqetê pêk hatî weşand, twîtterê hesabê MA'yê @MAturkce ya ku 170 hezaran zêdetir şopînerên wê hene, bêyî ku MA'yê agahdar bike, ji bo 5 saetan asteng kir.    MA'yê bang li şopînerê xwe kir   MA'yê wiha bang li şopînerê xwe kir:   "Ji bo parastina mafê ajansa me ya wergirtina nûçeyan, em bang li hemû şopdar û hevalên xwe yên me bi baldarî dişopînin dikin ku ji bo hesabê me yê @Maturkce hîn bêhtir belav bibe, pêşniyarî xizm, heval û hogirên xwe bikin."