Civînên Komîteya Makeqanûna Sûriyeyê dîsa bi encam nebû 2022-03-26 09:14:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Civînên Komîteya Makeqanûna Sûriyeyê ya ku bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî bêyî bangî kurdan bikin hat lidarxisin bi encam nebû.    Bi pêşengiya Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Geîr Pedersen di 21’ê Adarê de li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê Civînên Komîteya Makeqanûna Sûriyeyê hate kirin. Tûra 7’an a civînan bi dawî bû. Heyeta ku ji 45 kesan pêk tê û rejîm, saziyên sivîl û komên ‘mûxalif’ tê de cih digirin 4 rojan li ser ‘nasnameya dewletê’, ‘sembolên dewletê’ , ‘esasên rêveberiya dewletê’ û ‘avadaniya mekanîzmayên dewletê’ muzakere kirin. Ev civîn dîsa negihişt encamê.   Piştî civînê nûnerê heyeta rejîmê Ahmet Kûzbarî û nûnerê ‘mûxalifan’ Hadî El Bahra wê tevlî civîna hevpar a çapemeniyê bibûna. Bêyî hincet were nîşandan civîn bi dawî bû.   Pedersen jî daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir aliyan li ser pêşnûmayên li ser xalên makeqanûnê li hev nekirine.   Ji bo tevlêbûnê bangî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji sedî 32’ê axa Sûriyeyê di bin kontrola wê de ye, nehatiye kirin.   Herî dawîn di tûra 6’an de ya ku di 18-21’ê Cotmeha 2021’an de hatibû kirin jî Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Geîr Pedersen daxuyanî dabû û diyar kiribû hevdîtinên heta niha bi kêrî tiştekî nehatine.