Girtiyekî din ê nexweş jiyana xwe ji dest da 2022-03-24 14:13:27   AMED - Girtiyê nexweş ê 80 salî Abdûllah Boran ku 26 sal bûn girtî bû, li nexweşxaneya ku lê tedawî didît jiyana xwe ji dest da.   Girtiyê bi nexweşiya pençeşêrê Abdûllah Boran ê 80 salî ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dihat girtin, li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê jiyana xwe ji dest da. Li ser agahdarkirinê malbat çû nexweşxaneyê û cenazeyê Abdullah  girt û bir navçeya Bismilê. Cenazeyê Abdullah li gundê Tezekan ê navçeyê hat veşartin. Rêveberên HDP û DBP'ê yên Amedê û gelek kes tevlî merasîma cenazeyê Abdullah bûn.   Hat diyarkirin ku Abdullah , di sala 1997'an de bi sûcdariya "xerakirina yekitî û yekparebûna dewletê" hatiye girtin û cezayê muebbetê lê hatibûye birîn. Hat diyarkirin ku Abdullah 26 sal e di girtîgehê de bû û beriya du salan bi pençeşêra kolonê ketiye û 7 meh bûye li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê destê wî kelemçekirî hatiye tedawîkirin.