ROJEVA 24'Ê ADARA 2022'YAN 2022-03-24 09:00:00   *Cejna Newrozê ji aliyê Kurdan ve her sal 20'ê adarê bi 21'ê adarê ve girê dide û roja 21'ê Adarê tê pîrozkirin. Di dîroka kurdan de Newroz weke çîroka vejînê cîh digire. Kawayê  Hesinkar, li dijî serdarê zordest Dehaq serî hildide û vê serhildanê bi dadana agir peyama serhildanê ji gelên derdorê re dişîne. Ji wê rojê ve agir dibe nîşaneya sereke ya Newrozê. JI PÊNÛSA JINÊ   *Aktîvîsta TJA’yê Ruken Zerya Işik Yildiz da zanîn ku bi tecrida giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dixwazin fikrên wî ji civakê dur bixin û got divê hemû alî li dijî tecrîdê têbikoşin. DÎMEN HEYE   *Hevseroka Giştî ya  OHD’ê Îlknur Alcan da zanîn ku ev saleke agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din yên Îmraliyê nayê girtin û li dijî tecrîdê ketine tevgerê. Îlknurê daxuyakirin ku ji bo pêkhatina aştiya civakî divê tecrîd demildest rabe. BI DÎMEN