Bila dîwarên tecrîdê hilweşin 2022-03-22 09:05:37   Marta Somek   STENBOL - Hevsreoka HDK’ê Esengul Demîr Newroza Stenbolê û peyamên li qadê hatin dayîn nirxand û  wiha got: “Gelê me bi awayekî xurt bersiv da serdestan û desthilatdariyê. Gel bi awayekî zelal helwesta li dijî tecrîdê û nêzîkatiya li hember Birêz Ocalan nîşan da. Bi dirûşman daxwazên xwe anîn ziman.”   Newroza Stenbolêku bi dirûşma ‘Dem dema sekeftinê ye’ li Qada Yenîkapiyê bi coşek mezin hat pîrozkirin. Newroza Stenbolê ku wek ‘Baxçeyê gelan’ hat nirxandin, ji her alî gel tevlî bû. Kurd, ermenî, laz, çerkez, tirk û her wiha karker, kedkar, jin û ciwan tevlî bûn. Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr der barê Newroza 2022’yan a Stenbolê de ji ajansa me re nirxandin kir û bi lêv kir ku bi sedhezaran kesî azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi yek dengî qîr kiriye.   ‘Bi sedhezaran bersiva herî xurt dan’   Esengulê di berdewamiya nirxandina xwe de anî ziman ku beriya Newrozê bang li hemû aliyên civakê û gelê kurd kirine û wiha dirêjî dayê: “Me gotibû wê ji qada kedê ji qada jinê û hemû kesên têkoşîna hawirdorê didin wê li vê qadê bên gel hev û bibin hêz. Gelan di Newroza Stenbolê de peyamek pir xurt dan. Bersiv dan desthilatdariyê û hêzên serdest. Bi sedhezaran kes hatin gel hev. Tevî şert û mercên hewayê jin, zarok û ciwanan berê xwe dan qadan.”   Esengulê got têkoşîna gelan a pêl bi pêl herikî di Newrozê de qat bi qat xurt bûye û ev tişt bi lêv kir: “Bersiva ku gel daye vê nîşan dide. Têkoşîna gel nikare bê astengkirin. Têkoşîna kedê nikare bê astengkirin. Tevî hemû zext û zordariyan gel pêl bi pêl wek çemê ku biherike behrê, hatin qadê. Wê têkoşîna demokratîk jî bi vî awayî mezin bikin. Em spasiyên xwe ji bo hemû gelan dikin.”   ‘Gel xwedî li serokatiyê derket’   Esengulê bal kişand ser peyameke din a gel a di Newrozê de dane û wiha dirêjî dayê: “Gel bi awayekî zelal helwesta xwe ya li dijî tecrîdê nîşan daye. Bi dirûşman berteka xwe ya li dijî qedexeya li ser Birêz Ocalan nîşan dan. Gel xwedî li rêberê xwe derket. Ev bi zelalî nîşan dan. Daxwaza gel wê ne tenê di Newrozê de wê her tim li her qadê bidome. Wê daxwaza hilweşandina dîwarê tecrîdê her tim bidome.”