Daxwaza jinan a Newrozê: Bila deriyên Îmraliyê vebin 2022-03-22 09:03:51     Melîke Aydin   ÎZMÎR - Jinên tevlî Newrozê bûn diyar kirin ku çareserî bi diyalogê pêkan e û ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî re azadî xwestin.   Li Îzmîrê Newroz bi dirûşma ‘Dem dema azadiyê ye’ di 20’ê Adarê de bi tevlibûna hezaran kesî li Qada Gundogdu pêk hat. Jinan bi daxwaza azadî û aştiyê qad tije kirin û daxwazên xwe anîn ziman.   Nerîman Bîrlîkler a HDP’yî diyar kir ku beriya Newrozê xebatek mezin meşandine û got: “Bi rojan e em li taxan li cihê bazaran û li malan xebat hatin meşandin. Gelê me ev Newroz bi dirûşma ‘Dem dema azadiyê ye’ pêşwazî kirin. Li her derê em bi coş û kelecanek mezin hatin pêşwazîkirin.”   ‘Em têkoşîna yekbûyî diparêzin’   Çîgdem Yildirim a bi Hêzên Têkoşîna Yekbûyî re tevlî Newrozê bû bal kişand ser girîngiya Newrozê û wiha got: “Li dijî zilm û zexta li hember gelê kurd serhildan mezin dibe. Em têkoşîna yekbûyî diparêzin.” Halîme Yavuz jî  destnîşan kir ku Newroz cejna gelê kurd e û wiha daxuyand: “Em azadiyê dixwazin. Ji bo vê em hatin gel hev. Bila çand û zimanê me azad be. Em bi vê daxwazê hatin vir. Bila hemû ciwanên me bi rehetî zimanê xwe biaxivin.”   ‘Bila serokatiya me azad be’   Mahbube Dalbudak jî bi lêv kir ku bi daxwaza azadî û aştiyê hatiye qadê û daxwaz kir ku bila serokatiya wan demildest bê berdan. Her wiha Zîlan Dalbudak jî anî ziman ku ew aştî û azadiyê dixwazin û banga azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir.   Banga diyalogê   Jina bi navê Eda Kutlu jî ku hatibû qada Newrozê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got bila bi riya diyalogê aştî pêk bê û hemû girtiyên nexweş bên berdan.