Suham Şengal: Nûjiyan bû dengê jinên êzidî 2022-03-22 09:01:31     Sitî Roz   ŞENGAL - Şagirta rojnameger Nûjiyan Erhan Suham Şengal, diyar kir ku Nûjiyan ji bo wan wek mamosteyek bû û got: "Di kêliyên ku hêvî hatibû kuştin  Nûjiyan çirayê hêviyê ji bo me pêxist. Bi pênûsa xwe çîrokên bi dehan jinên êzidî ji cîhanê re parve kir. Nûjiyan ji bo civaka êzidî nîşaneya rêya heqîqetê bû.”     Rojnameger Tuba Akyilmaz ango Nûjiyan Erhan, di fermana 3'yê Tebaxa 2014'an de gihaşt hawara jinên êzidî. Bi hewldan û berxwedana xwe di nav dilê êzidiyan de cihek taybet girt. Nûjiyan li Hîlwan a Rihayê hat dinê. Demek dirêj di nav xebatên ciwanan ên Tirkiyeyê de cih girt. Di sala 2005'an de tevlî çalakiya Mertalên Zindî bû. Nûjiyan yekem car ciyayên Kurdistanê dît û ev tişt ji bo wê hesteke cuda bû. Ji bo wê têkoşîna ku ji bo azadiyê dihat dayîn bêtir watedar dibû. Tişta ku xeyal dikir pêk hatibû. Li çiyayên kurdistanê bi pênûs, wênekêş û kamerayê dibû dengê heqîqetê. Ev lêgerîna wê li Şengalê jî dom kir.   Di 3'yê Tebaxa 2014'an de DAIŞ'ê êriş bir ser Şengalê. Wê demê berpirsiyariya herî mezin a ragihandina hovitiyê ket ser milê Nûjiyanê. Nûjiyan li Şengalê bi hêzeke mezin bû dengê jinên êzidî yên ku nedihat bihistin. Diviya rastiya ku li vir dihat jiyin bihata dîtin. Li ser axa Êzidixanê her gavên berxwedanê yên jinên êzidî jî ji hêla Nûjiyan ve hat şopandin û ragihandin. Nûjiyan, di 3’yê adara 2017'an de dema li bajarokê Xanesorê êrişên çeteyan dişopand bû hedefa sekvanekî çeteyan. Nûjiyan bi guleya li serî ketî, bi giranî birîndar bû. Ji bo tedaviyê ew rakirin nexweşxaneya bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê. Nûjiyan di 22'yê adara 2017'an de tevlî kerwana pakrevanan dibe.   'Kulîlk parastina malên terîkandî dikin'   Nûjiyan di nûçeyeke xwe ya bi sernavê "Li Şengalê kulîlk jî di nava berxwedaniyê de ne” de û wiha gotibû: "Kulîlka di nava betonê de vekirî li beramberî zoriyên herî mezin ji bo xwe jiyana nu ava kirine. Li Şengalê piştî zivistanek xedar, bi destpêkirina havînê re bi vê ve girêdayî di nava malên xirabûyî de ew kulîlkên ku di nava xirbeyan de mabûn ji nû ve şîn bûbûn, bi hemû xweşiktiya xwe li beramberî êrîşan meydanê dixwînin. Di nava wan malên ku dema çeteyan bomba kiribûn de jiyan her çiqas weke ku sekinîbe xuya bike jî rehên wan kulîlkên ku di binê erdê de bûn qet guh nedabûn wan bombeyan û serê xwe rakiribûn, careke din şîn dibûn. Li wan çiyayan têkoşîn berdewam dike, parastina wan malên terikandî jî ev kulîlk dikin.”   Di salvegera 5’emîn de rêheval û şagirta wê Suham Şengalî ji ajansa me re axivî.   'Min bi fermanê re çiyayê Şengalê dît'   Suham di destpêka axaftina xwe de hestên xwe ya ewilî wiha anî ziman: "Zaroktiya min li deştê derbas bû. Hêj di zarokatiyê de xeyala min a naskirina çiya bû. Gelek caran ez û xwişkên xwe derdiketin ser banê xaniyan û me bi hev re Çiyayê Şengalê meze dikir. Me digot xwezî em jî li wir bûn. Min di 13 saliya xwe de çiya dît, lê belê min bi fermanê re dît. Li Çiyayê Şengalê gelek çîrokên bi êş, zehmetî, hêvî û berxwedanî hene. Bi sedan gerîlayên Kurdistanê parastina wê çiyayê kirin. Di nav wan de jî rojnemevanek jin jî hebû. Ev jî Nûjiyan Erhan bû."   'Li Şengalê rojnemevantiya jinê!'   Suham, wiha qala kêliyên yekem a dîtina Nûjiyanê kir: “Piştî fermanê em hatin Çiyayê Şengalê. Me li vir malên xwe ava kir. Li wir digotin ku du hevalên jin yên rojnemevan hene. Min gelek meraq kir ku ez wan bibînim. Min digot çawa jin karê rojnemevantî bike û li Şengalê jî? Ev tişt ji bû min tişteke nû bû. Em hinê bikaranîna çekê bûn. Wê demê heval Nûjiyan hat nûçeya perwerdê çêkir. Dema min ew dît rûkeniya wê û dilgermiya wê bala min kêşand. Ne tenê ez her kes jî bi rûkeniya wê bi bandor bû. Nûjiyan weke navê xwe bû jiyanekî nû bû ji bo me."   'Ragihandina çîrokên bi êş...'   Suham, da zanîn ku Nûjiyan jineke wêrek bû wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştî naskirina min a Nûjiyanê ji bo min perwerdeya ragihandinê dest pê kir. Di sala 2015’an de cara yekem li Şengalê ji bo ciwanên êzidî perwerdeya ragihandinê hat destpêkirin. Bingeha wê ji hêla Nûjiyan ve hat avakirin. Nûjiyan her digot 'Heke berê jî li Şengalê raghandina jinan hebûye ev çîrokên bi êş ên jinên êzidî ne tenê çiya, kevir û darên Şengalê şahidî bikira, wê hemû dinyayê guhdar bikira'. Ne tenê di warê pişeyî de di hêla birdoziya azadiyê jî perwerdê dida. Bi saya keda wê raghandina jinên êzidî li Şengalê hat avakirin."   'Bi pênûsa xwe bi dehan cîrokên jinan nivîsand'   Suham Şengalî, da zanîn ku hewldana Nûjiyanê ji bo jinên êzidî tu carî bi dawî nedibûn û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Bi saya keda Nûjiyan îro jinên êzidî dikarin dengê xwe raghînin cîhanê. Nûjiyan ne tenê wek rojnemegerek berê xwe da Şengalê. Nûjiyan her kesî guhdar dikir, her kes jî êş û kêyfxweşiya xwe ji Nûjiyan re parve dikir. Ji ber ku dizanîn ku dê rastî bi saya Nûjiyanê dê belavî cîhanê bibe. Bi pênûsa xwe bi dehan çîrokên jinê êzidî nivîsand. Di her kêliya şer de Nûjiyan amade bû û rastiyê dişopand û radigihand. Em ji vê yekî fêrbûn ku rastiya ragihandina rast çiye. Nûjiyan digot '2 tişt hene ku divê civak êzidî ji bir neke, Yek kî revî, ya duyemîn jî kî Şengalê parast'. Her dixwest cewhera jinên êzidî nasbike û vegerin wê rastiya xwe."   'Îxanet û rûreşiya wan êdî eşkera bibû...'   Rêhevala rojnemevan Nûjiyanê Suham, wiha bal kişand ser êrişa ku pêk hatî: "Tişta herî zêde mirov diêşîne jî îxanet e. Yên ku bûn sedema girtina bi hezaran jinên êzidî, cardin xwestin ev xeta îxanetê kûrtir bikin. Pêşmergeyên PDK’ê bi navê pêşmergeyên Roj xwestin derbasî Şengalê bibin û pravakasyonê derxînin. Dema ku kesên li Şengalê li dijî DAIŞ'ê şer kirin, hezên PDK’ê jî li hemberî wan şer îlan kir. Ji bo şopandina vê rastiyê jî di seatên sibehê de Nûjiyan berê xwe da çepera ku wê şer lê bibe li Xanasorê. Ji bo heqîqeta wir neyên ragihandin û rûreşiya PDK’ê dernekeve holê Nûjiyan hedef hat girtin. Ji ber ku rastî û rûreşiya wan ên ku li Şengalê reviya bûn, hatibûn eşkerakirin û ew hatin hedef girtin."   Suham Şengalî, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em soz didin ku wek rêheval û şagirtên Nûjiyanê em ê her li pêy şopa wê bin. Em tu carî nehêlin ku rastî di tartiyê de bimîne. Em ê rastî, êş û kêfxweşiya civaka xwe ji cîhanê re ragihînin."