ROJEVA 22'YÊ ADARA 2022'YAN 2022-03-22 09:00:00     * Şagirta rojnameger Nûjiyan Erhan Suham Şengal, diyar kir ku Nûjiyan ji bo wan wek mamosteyek bû û got: "Di kêliyên ku hêvî hatibû kuştin  Nûjiyan çirayê hêviyê ji bo me pêxist. Bi pênûsa xwe çîrokên bi dehan jinên êzidî ji cîhanê re parve kir. Nûjiyan ji bo civaka êzidî nîşaneya rêya heqîqetê bû.” BI DÎMEN     *Jinên tevlî Newrozê bûn diyar kirin ku çareserî bi diyalogê pêkan e û ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî re azadî xwestin. BI DÎMEN     *Hevsreoka HDK’ê Esengul Demîr Newroza Stenbolê û peyamên li qadê hatin dayîn nirxand û  wiha got: “Gelê me bi awayekî xurt bersiv da serdestan û desthilatdariyê. Gel bi awayekî zelal helwesta li dijî tecrîdê û nêzîkatiya li hember Birêz Ocalan nîşan da. Bi dirûşman daxwazên xwe anîn ziman.” BI DÎMEN     *Tulay Hatîmogullari ya HDP’î şerê ku Rûsyayê li hember Ukraynayê daye destpêkirin bibîtr xist û tiştên tên jiyîn wek şerê tengezarkirina qadan a NATO’yê venasî. Tulayê got şerê li hember Urkraynayê bi şerê li Rojava hatiye meşandin re di heman mantiqê de ye.   *Hevseroka HDP’ê ya bajarê Mêrdînê Perîhan Agaoglu têkildarê atmosfera pîrozbahiyên Newroza Mêrdînê nirxandinên xwe parve kir û got: “Li her navçeyê, li her taxê bi hezaran nîştecihên Mêrdînê ji bo azadiya Birêz Abdullah Ocalan agirê Newrozê gur kirin. Îsal Newroz bû Newroza azadiya birêz Abdullah Ocalan.”BI DÎMEN