Li Geverê coşa Newroza 'Dem dema serkeftinê ye' 2022-03-21 16:50:40     COLEMÊRG - Li Gevera Colemergê pîrozbahiya Newrozê bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" pêk hat.    Li Gevera Colemergê Newroz bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" li Stada Yenîşehirê pêk hat. Li Geverê gel serê sibê bi cilên xwe yên gelerî berê xwe dan qadê.    Girseya ku li qadê kombûn beriya pîrozbahî dest pê bike bi dirûşmayên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Şehîd namirin” govend gerandin. Ji 7 salî û 70 salî ligel hewaya sar li qadê cih xwe girtin.    Li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê Yuksel Yilmaz axivî û Newroza gel pîroz kir.    Hevserokê HDP'ê ya navçeyê Şoreş Dîrî jî di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên taybet ên şer en li hemberî gel û got: "Divê dost û dijmin bizane ku Geverî tu carî serî natewîne.    Hevşaredara HDP'ê ya Geverê ya ku li şûna wî qeyûm hatîbû tayînkirin Îrfan Sari, axivî û bal kişand ser rewşa girtiyan.    Agirê Newrozê bi sirûda “Çerxa Şoreşê” ji hêla endama Dayikên Aştiyê Kudret Aksu, Parlementer Tayîp Temel û gel ve hat pêxistin.    Piştre hunermend Rûken Yilmaz û Kadîr Çat derket ser dikê. Gel bi stranên hunermendan govend gerandin.    'Silav ji gekê Amedê re'   Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Tayyip Temel, girse silav kir û wiha dest bi axaftina xwe kir, "Hûn li gel sermaya Zagrosê hatine vêderê. Ez vê berxwedana we silav dikim. Newroz li Zindana Amedê bi agirê ku Mazlûm Dogan pêxist hat destpêkirin. Ev meş ya Mazlûma ye. Li Amedê dijmin kurdan êrîşî wan dikin.ç Ez ji vir gelê Amedê silav dikim."   'Gelê Kurd qebûl nake'   Tayyip diyar kir ku ew bi hikûmeteke faşîst re têdikoşin û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Dibêjin em li Ukraynayê aştiyê diparêzin lê êrîşî Efrîn û başûrê Kurdistanê dikin. Dijminên kurdan dixwazin di 2023'yan de kurdan bê sitatû bihêlin lê Gelê Kurd vê qebûl nake û li her dera Kurdistanê di berxwedanê de ye."    'Gelê kurd dibêje bêyî Ocalan jiyan nabe'   Tayyîp bal kişand ser tecrîdkirina  Rêberê PKK'ê Abdulla Ocalan jî û got, "3 roj e li qadan tenê dengek heye ji 7 salî heta 77 salî dibêjin Ocalan. Ji ber ku Gelê Kurd Birêz Ocalan ji bo xwe rêber dibîne û jiyaneke bêyî Ocalan qebûl nake.  Gelê Kurd tecrîda li Îmraliyê qebûl nake.  Em bang li partiyên kurd dikin divê Gelê Kurd li dijî dijiminên xwe yekitiya xwe ava bike. Kesê ku yekitiye qebûl neke alîkarê dijimên kurda ye."   Piştî pîrozbahiyê bi dehzaran kes ber bi navenda navçeyê ve bi dirûşma “Bijî Serok Apo” meşiyan.