Li Mûşê agirê Newrozê geş bû 2022-03-21 15:02:32     MÛŞ - Bi hezaran kes îro li Mûşê bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" daketin qadan û agirê Newrozê geş kirin.    Newroza 2022'yan bi coşek mezin li bajarên herêm û Tirkiyeyê bi dirûşma "Dem dema azadiyê ye" hat pîrozkirin. Îro jî li Mûşê pîrozbahî li Qada Îstasyonê bi tevlîbûna bi hezaran kesî pêk hat.    Ligel astengiyên bi seatan girse li qadê cih xwe girt. Pîrozbahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê agirê Newrozê hat pêxistin. Girse li dora agir govend gerand û dirûşm berz kirin.    Di pîrozbahiyê de hevseroka HDP'ê ya Mûşê Belma Nergîz axivî û banga rakirina tecrîdê kir.    Hevşaredara HDP'ê ya Erdîşa Wanê ya ku li şûna wê qeyûm hatî tayînkirin Dîba Keskîn axivî û bal kişand ser êrişên li hemberî destkeftiyan û hewcedariya parastina destkeftiyan.    Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît, gelê ku tevlî pîrozbahiyê silav kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Em li vir silavên xwe ji her 4 parçeyan re dişînin. AKP maseya aştiyê hilweşand û piştre jî tecrîdê giran kir. Ev tevrîd li tevahiya civakê belav bû. Lê Îro xelkê Mûşê li vir bersiv dide zilm û zordariyê. Ligel hewaya sar pîrozbahî pêk hatin."    Pîrozbahî bi govend gerandinê berdewam kir.