Li Tatosê agirê Newrozê hat pêxistin: Bila tecrîd bi dawî bibe 2022-03-21 14:55:57     ERZIROM - Li Tatosê di pîrozbahiya Newrozê ya hat kirin de hat gotin ku heta tecrîda li girtîehan û li Îmraliyê bi dawî neyê wê çareserî pêk neyê.   Li naveçya Tatos a Erziromê bi tevlibûna bi sedan kesî bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye Newroz hat pîrozkirin. Newroza ku li navenda navçeyê hat pîrozkirin bi hezaran kes tevli bûn.    Li dora agir govend gerandin   Li qada Newrozê ku gel bi girseyî lê kom bû, pîrozbahiyê bi govendê dest pê kir. Agirê Newrozê ji aliyê gel ve bi coş hat pêxistin û li dora agir govend hat girtin.   Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglû li qadê axivî û got, "Gelê me, yê Erziromê tevî van şert û mercên neyînî yên hewayê jî hûn bê gotin hatin vir. nigê we saxi bin, dilê we saxbe. Beriyê pîrozkirina Newrozê ne hêsan bû, bi têkoşînê hat bidestxistin. Bi berxwedaneke mezin em bi ser ketin. Ji ber vê yekê em îro bi awayekî pir xurt ji Newrozê re dibêjin pîroz."   Faruk hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên di salên 2013-2015'an de bi bîr xistin û got, "Peyamên Îmraliyê li qadên Newrozê yên Amedê hatin xwendin, ev hemû bi alîkariya kê pêk hatin? We çima ev pêvajoya çareseriyê qedand?  Tirkiye bûye qada tecrîdê. Bila tecrîda li girtîgeha û tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe."   Piştî axaftinê pîrozbahî bi dirûşman û bi govendê berdewam kir.