Li Geverê coşa Newrozê 2022-03-21 12:52:11   COLEMÊRG - Li Gevera Colemergê pîrozbahiya Newrozê bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" dest pê kir.    Li Gevera Colemergê Newroz bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" li Stada Yenîşehirê pêk tê. Li Geverê gel serê sibê bi cilên xwe yên gelerî berê xwe dan qadê.    Girseya ku li qadê kombûn beriya pîrozbahî dest pê bike bi dirûşmayên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Şehîd namirin” govend gerandin. Ji 7 salî û 70 salî ligel hewaya sar li qadê cih xwe girtin.    Pîrozbahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Dê piştî axaftinan hunermend Rûken Yilmaz, Kadîr Çat û Koma Îsyan Ateşî derkeve ser dikê.