'Nobeda edaletê' di roja 378'an de ye: Newrozê bi edaletê tacîdar bikin 2022-03-21 10:56:54     RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ên ku "Nobeda Edaletê" didomînin, banga Newrozê bi edaletê tacîdar bikin kirin.   Di 14'ê Hezîrana 2018'an de parçanterê AKP'ê Îbrahîm Halîlyildiz û xizmên wî êrîşî malbata Emîne Şenyaşar kirin hevjîn û du kurên wê qetil kiribûn.  Ji bo ku edalet pêk bê Emîne û lawê xwe Fertî di 9'ê Adara 2021'ê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi  "Nobeda Edaletê" kiribûn û çalakiya wan di roja 378'an de berdewam dike. Emîne îro ji ber ku ne rehet bû nehat lê lawê wê Ferît çalakî berdewam kir.    Malbatê li ser hesabê xwe yê Medya Sanal ev parvekirin kir, "21'ê Adarê bi qasî ku nûbûna xwezayê ye, bila ji bo rayedaran jî bibe hişyarbûn. Li ber deriyê Edliyeya Rihayê heqîqetek heye û reva ji vê ne çareserî ye. Werin em Newroz 2022'yan bi edaletê tacîrdar bikin."