Li Kobanê coşa agirê Newrozê 2022-03-21 08:42:47   KOBANÊ - Bi boneya Cejna Newrozê, ciwanên Herêma Firatê bi coşeke mezin agirê Newrozê pêxistin.    Bi dehan ciwanên Herêma Firatê, bi coşek mezin herikîn qadan û agirê Newrozê pêxistin. Piştre meş hat lidarxistin. Di meşê de alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, pankarta bi nivîsa “Di sala serkeftinê de werin cenga azadiyê” û meşale hatibûn hildan. Tevahî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser beşdarî meşê bûn. Her wiha govend li derdora agirê Newrozê hate gerandin. Meşê ji kaşê Miştenûrê dest pê kir bi berzkirina dirûşmên “Bjiî serok Apo”, “Bijî berxwedana gelê kurd” ber bi goristana Şehîd Dijle ve dewam kir û rawestiya. Her wiha li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê axaftin hat kirin.   ‘Em ê heta kêliya dawiyê li berxwe bidin’   Di axaftinan de wiha hat gotin: “Em Cejna Newrozê li hemû gelê kurd û aştîxwaz pîroz dikin. Weke her sal dê  îsal jî agirê xwe pêxin û azadiyê teqez bikin. Em roja vejîna gelan li Rêber Apo û têkoşerên azadiyê mibarek dikin.”   Meş bi dirûşmên “Bijî serok Apo”, “Newroz pîroz be” bi dawî bû.