ROJEVA 21'Ê ADARA 2022'YAN 2022-03-21 08:22:59   *Cejna Newrozê yek ji cejnên herî kevnar ên li ser rûyê erdê ye ku ji aliyê gelek neteweyan ve wekî cejna biharê û nûbûna xwezayê tê pîrozkirin. Di sala 2009’an de Newroz ji aliyê UNESCO’yê ve kete lîsteya mîrateyên çandî yên ne maddî yên mirovahiyê. Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî 21ê Adarê Roja Cejna Newrozê ya Navneteweyî îlan kir. JI PÊNÛSA JINÊ   *Hempîşeyên rojnamevan Nûjiyan Erhan bi boneya 6'emîn salvegera qetilkirina wê hestên xwe parve kirin û gotin: "Nûjiyan li pey heqîqetê bû û ji bo rêya me ya têkoşînê xwe kir ronahî. Em ê li ser şopa wê ya heqîqetê bin." DÎMEN HEYE   *Zekiye Alkan, Sema Yuce, Rahşan Demîrel, Bedriye Taş (Ronahî), Nîlgun Yildirim (Bêrîvan), Elefeteriya Fortulakî ku bedena xwe bi agirê Newrozê gur kirin, di her 21’ê Adarê de ji nû ve zindî dibin.