Li navçeyên Amedê govenda Newrozê hat gerandin 2022-03-20 17:46:41   AMED - Li navçeyên Amedê pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin û bi hezaran kes li derdora agir govend gerand.    Li navçeyên Erxenî û Çinarê pîrozbahiyên Newrozê bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" hatin lidarxistin.    Erxenî    Li navçeya Erxeniyê jî pîrozbahiya Newrozê li Qada Otogarê hat lidarxistin. Polîsan xwest pîrozbahiyê provoke bike. Polîsan bi îdiaya berzkirina dirûşman 8 kes binçav kirin. Her wiha polîsan destûr neda ku zarok beşdarî pîrozbahiyê bibin. Girseyê bertek nîşanî helwesta polîsan da.    Hevşaredarê Erxenî Ahmet Kaya yê ji wezîfeyê hatiye girtin, ji bo dorpêça polîsan bê rakirin bi Midûrê Polîsan re hevdîtin kir. Midûrê Polîsan wiha bersiv da: “Ez dewlet im, wê binçavkirin bên kirin. Pişt re pîrozbahiyê bikin.”    Welatiyek extiyar ku bertek nîşanî binçavkirinan da dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. Kesek jî bi lêdanê hat binçavkirin.    Rêveberên HDP’ê li ber avahiya xwe daxuyanî dan. Hevserokê HDP’a Erxenî Zulkuf Bîrgul diyar kir ku polîsan tehamûlî pîrozbahiya Newrozê nekirin û polîsan pîrozbahiya wan provoke kiriye.     Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dêrsim Dag jî anî ziman ku polîsên ku ji coşa gel tirsiya êrişî ciwanan kirin û  dibe ku li Erxenî îro pîrozbahî hatibe provokirin lê sibê wê di Newroza Amedê bersiva vê yekê bê dayîn. Dêrsim  hemû gelê Erxenî vexwend Newroza Amedê û got divê sibê gelê Amedê agirê azadiyê vêxe û peyama azadiyê bide.    Çinar    Li navçeya Çinarê jî li Parka Nûjiyan pîrozbahiya Newrozê bi kelecaniyek mezin hat lidarxistin. Parlementerê HDP’ê yê Amedê İmam Taşçier, Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy, rêveberên HDP’ê û DBP’ê û bi sedan kes tevli pîrozbahiyê bûn. Xelkê Çinarê bi kelecan hat qadê û dirûşma “Bijî serok Apo" berz kirin. Polîsan ji welatiyên ku şal û şepik li xwe kiribûn re astengî derxistin. Girseyê bertek nîşan da.   Welatiyan li qadê govend gerand û kelecana xelkê her ku çû zêdetir bû. Girseyê bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serop Apo” agirê Newrozê vêxist û li dora agir govend gerand.     Parlamenter Îmam Taşçier axivî û diyar kir ku bi hezarên salan e kurd li Rojhilata Navîn li dijî zilm û zorê serê xwe radike û li ber xwe dide û got: “Dibêjin kurd tine ne, zimanê wan tine ye, vaye kurd li vir in û bi zimanê xwe bi hebûna xwe hene. Kurd li ser pêya ne û azadiya xwe dixwazin.”    Îmam bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Birêz Ocalan got pirsgirêk bi rêya muzakere û aştiyê tê çareserkirin. Lê îro li ser Ocalan û hezaran girtî tecrîd heye. Divê tavilê ev tecrîd rabe. Em tecrîdê qebûl nakin.”    Piştî axaftvanan, Koma Dengê Amara derket ser dikê ku stranên xwe bêjin lê polîsan astêngî derxist. Girse bi berzkirina dirûşmayan bertek nîşan da. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.