Bang li hezaran kirin: Dê Newroz bibe Neworza Aazdiya Rêber Apo 2022-03-20 16:01:16     STENBOL - Hevseroka HDK'ê Esengul Dîr got, "Dibe ku hûn Aysel Tugluk rehîn birin. Lê her kesê li vêderê hevfizaya Aysel Tugluk e. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir jî got, "Wê ev Newroz bibe Newroza Rêber Apo."   Li Yenîkapiya Stenbolê pîrozbahiya gelan a Newrozê berdewam dike. Di pîrozbahiya ku li gel sermaya zêde berdewam idke de piştî xwendina metnê hevpar ê saziyan Hevseroka  Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengu Demîr axivî.   Garîbe Gezer Denîz Poyraz...   Esengul girse silav kir bi bîranîna Kemal Kurkut ê di Newroza 2017'an a Amedê de hat qetilkirin, Garîbe Gezer û Denîz Poyraz axaftina xwwe brdewam kir. Esengul got ku ew ê li dijî zilmê, tundiya mêr dewletê û pergala dewletê têkoşînê mezin bikin û ev tişt got, "Em ê jin civakê biguherînin."   'Hûn nikarin havfizaya Ayselê tune bikin'   Esengul rewşa siyasetmedar Aysel Tugluk bi bîr xist û bal kişand ser polîtîkayên dewletê ên li ser girtiyan. Esengul di berdewamiyê de wiha got, "Bi polîtîkaya tccrîdê dixwazin îradeya me tune bikin. Li girtîgehan bi hezaran kesên ku dengê vî gelî ne hene.  Bi van pêkanînan nikarin me bêzar bikin. Aysel Tugluk li girtîehê di bin şertên giran de tê girtin. Dibe ku hûn Aysel Tugluk rehîn birin. Lê her kesê li vêderê hevfizaya Aysel Tugluk e."   'Wê tecrîd têk biçe'   Esengul bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û got, "Brêz Ocalan li Îmraliyê rehîn girtin. Di kesayeta wî de dixwazin  hemû nirxên gelê kurd tune bikin. Îro li vir sibe li Amedê wê tecrîd têk biççe."   'Newroza Azadiya Rêber Apo ye'   Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî axivî û wiha got: “Cejna gelan Newroz pîrozbe. Şeş sal berê faşîzma îro heye, li vê qadê hat avakirin. Lê îro bi sekna we ev faşîzm têkçûye. Newrozê ruhê serkeftinê ava kir. Bi bawerî û serkeftina gelê me ev qad bûye gora faşîzmê. Yên ku faşîzmê li vir ava kir, gelên me bi berxwedana xwe bersiva faşîzmê dan û têk bir. We nîşan da ku serkeftin a me ye. Rêya me rêya azadiyê ye. Bi vî ruhî re îsal bû sala azadiyê. Ruhê berxwedanê û azadiyê bi çirûska ku Mazlum Dogan pêxist geş bû. Ew ruh îro li qadan e. Ruhê vê serkeftinê ruhê yekîtiya neteweyî ya kurd e. Dema avakirina ruhê yekitiya neteweyî hatiye. Dem dema yekitiyê ye. Newroza îsal wê bibe newroza azadiya Rêber Apo. Bijî şoreş û gelê Kurdistanê. Serkeftin a gelê kurd û dostên wan e.”    Piştî navbereke govend û sitranan prozbahî bi axaftina Hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar berdwam kir.   Pîrozbahî piştî axaftinan û govendê bi dawî bû.