Agirê Newrozê yê Meletiyê ji bo bibîrnanîna Kemal Kûrkût hat gurkirin 2022-03-20 15:46:54   MELETÎ - Pîrozbahîya Newrozê ya Meletiyê bi coşek mezin hate pîrozkirin. Agirê Newrozê yê Meletiyê ji bo bînanîna Kemal Kûrkût hate gurkirin.   Pîrozbahiya Newrozê ya Meletiyê li xaçerêya Ekmeksîzê berdewam dike. Qada Newrozê bi flamayên rengîn hat xemilandin. Pankartên "Newroz pîroz be" û "Kemal Kurkût nemir e" hatin daliqandin. Her wiha li ser dikê jî wêneyê Denîz Poyraz û Kemal Kûrkût ku di sala 2017'an de di Newroza Amedê de ji aliyê polisan ve hatibû kuştin di nav qûrnefîlan de hate bicîhkirin. Bi hezaran kes bi al û flamayên Newrozê yên kesk, sor û zer û bi tilîlî û dirûşma "Bijî Newroz" ketin qada Newrozê.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û gelek rêxistinên sîvîl ên bajar beşdar bûn. Her wiha girseyê gelek caran dirûşmên “Newroz pîroz be”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” berz kir.    Pîrozbahîya Newrozê ji bo bîranîna Kemal Kurkut bi rêzgirtinê dest pê kir. Di rêzgirtinê de gelek caran dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin.   Di destpêka pîrozbahiyê de Hevserokê HDP’yê yê Meletiyê Yusuf Bozkuş axivî û bal kişand ser girtiyên nexweş. Yusuf, diyar kir ku desthîlatdar demên xwe yê dawî dijî û got: “Îro em dibînin ku desthilatdar ji bo ku li ser têkçûyîna xwe bigire hewil dide hemû deskeftiyên gelan tune bike. Bi vî awayî polîtîkayên girtin û çewisandinê pêş dixîne. Lewra îro bi hezaran girtiyên sîyasî di bin şert û mercên giran de li ber xwe didin.”   Endama MYK’a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Gulşen Sîncar jî ewil hemû siyasetmedarên jin ên siyasî silav kir û da zanîn ku ew li dijî şer, qirkirin û tundiya li ser jinê, li her devera Kurdistanê daketine qadan.   ‘Em ê hesabê Kemal Kurkut bipirsin’   Herî dawî jî Parlementerê HDP’ê ya Êlîhê Mehmet, Ruştu Tîryakî axivî û destnîşan kir ku îro tecrîd li her qadên jiyanê de hemû gelan xistiye bin dorpêça xwe. Mehmet, wiha axivî: Newroz ji bo roja berxwedan û serhildanê ye. Ji Rahşanan heta Zekiyeyan, ji Mazlûm Dogan heta Nisêbînê rojeke ku em şehîdên li Cizîrê hatin qetilkirin bi bîr tînin. Newroz di heman demê de bibîrxistina şehîdan e. Roj ew roj e ku em Kemal Kûrkût ê li Newroza Amedê hat qetilkirin bi bîr tînin. Eger hûn bixwazin demokrasiya welatekî bibînin, li girtîgeh û dadgehan binihêrin. Dozên ku piştî kuştina Kemal Kûrkût hatin vekirin hemû li wir in. Kêliya kuştina Kemal Kûrkût bi kamerayê hate kişandin. Lê yên ku kemal Kurkut qetil kirin divê hesab ji wan bê pirsîn. Em ê ji dadgeha ku parastina polîtîkayên bêcezahiştinê hesab bipirsin.”   Piştî axaftinan agirê Newrozê hate hilkirin û girseyê bi dirûşma “Newroz pîroz be” li dora agir govend gerandin.    Pîrozbahî ligel kilam û awazên Koma Çiya bi govendgerandinê bi dawî bû.