Li Tetwanê agirê 'Dem dema serkeftinê ye' 2022-03-20 15:45:03     BEDLÎS - Li Tetwanê ligel berfê Newroza 2022'yan bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" hat pîrozkirin.   Newroza bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" ya li Tetwana Bedlîsê li Qada Fuarê hat pîrozkirin. Bi hezaran kes ligel berfê li qadê kom bûn. Bernameya pîrozbahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir.    Di serî de serokê Komîteya Amadekar a Newrozê Îbrahîm Baran axivî û bal kişand ser pîrozbahiyên Newrozê.    Li ser navê Tevgera Jinên Azad (TJA) Zekiye Îlbasan axivî û got: "Newroz ne tenê hatina biharê ye. Newroz cejna berxwedanê ye. Li Amedê bi dehan hevalên me yên jin hatin binçavkirin. Ji ber ku ji jinan ditirsin. Ji têkoşîna jinan ditirsin. Lê divê bê zanîn ku bi azadiya jinê ciwak azad dibe."   Zekiye, daxuyand ku li girtîgehan bi behezaran girtiyên nexweş hene û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em hêvî dikin ku ev Newroz bibe wesîleya azadiya Birêz Abdullah Ocalan. Heta ku Birêz Ocalan azad nebe ne li Tirkiyeyê û ne jî li Rojhilata Navîn aştî pêk bê. Her wiha li girtîgehan bi hezaran girtiyên nexweş hene. Di şexsên Aysel Tugluk û Mehmet Emîn Ozkan divê hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan."   Piştî Zekiyeyê parlamenterên HDP'ê Mahmut Celadet Gaydali û Necdet Îpekyuz axivîn û bal kişandin ser piştevanî û berxwedanê.    Piştî axaftinan bi dirûşma "“Bijî Serok Apo” agirê Newrozê hat pêxistin. Koma Dengê Jinên Azad û Gulay Kaya derket ser dikê. Piştî gerandina govendê pîrozbahî bi dawî bû.