Pîrozbahiya Newroza li Rihayê: Newroz têkoşîn e 2022-03-20 15:26:32     RIHA - Bi beşdariya dehhezaran li Rihayê agirê Newrozê hat pêxistin û peyama Newroz têkoşîn e hat dayin.    Di saetên serê sibehê de gelê Rihayê ji bo Newrozê ku bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" tê pîrozkirin berê xwe xwe da qada Newrozê ya li kêleka Stada 11'ê Nîsanê. Kesên ketin qadê flamayên HDP'ê û wêneyên Emîne Şenyaşar ku di roja 377'an de Nobeda xwe ya Edaletê didomîne hilgirtin. Bi deh hezaran kesên ku bi kincên xwe yên kurdî tevlî pîrozbahîyê bûn reng dan Newrozê û govend gerandin. Li qada Newrozê ku qet coş jê kêm nebû dirûşmên mîna "Bijî Serok Apo" , "Şehit namirin" , "Em ê bi berxwedanê qezenç bikin" bilind bûn. Ciwanên ku tevlî pîrozbahiyê bûn jî bi yekdengî sirûda "Çerxa şorê" xwendin.    Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş û siyasetmedarên ku tevlî Newrozê bûn agirê Newrozê pêxistin. Dema pêxistina agirê Newrozê dirûşmên mîna "Bijî Serok Apo" , "Kes nikare roja me tarî bike" , "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin. Di Newrozê de kevok jî hatin firandin. Bi hezaran kesên ku qada Newrozê têje kiribûn bal kişandin ser tecrîdê, azadiya Ocalan û rewşa girtiyên nexweş. Meclisa Ciwanan a HDP'ê di pîrozbahiyê de daxuyaniyek da û daxwaza azadiya Ocalan kir.   Di pîrozbahiyê de destpêkê Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Nûsrettîn Maçîn axivî û diyar kir ku wê agirê Newrozê geş bikin û Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel û hemû şehîdên Newrozê bi bîr anî.    Piştre Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan axivî û ev tişt gotin: "Dehaq li vir bûn. Zilmê li gel kirin lê gel û berxwedana wan li vir e. HDP bi vîna gel, berxwedan û tekoşînê bersiv dide desthilatê. Ev vîna vîna rojê û birêz Ocalan e. Bêyî Ocalan azadî nabe. Aştî, azadî bi azadiya Ocalan dibe ku bê. Ocalan destê xwe ji bo aştî û azadiyê dirêj dike. Lê desthilata Erdogan 7 sal in vî destî nagire. Êrîşî gelê me kirin, girtin û qeyûm tayîn kirin. Lê rexmî her tiştî nikaribûn vîna gelê me bişikînin. Îro gelê Rihayê bersiv pêwîst da."   Piştî Ocalan Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Sînan Çîftyurek jî axaftinek kir û Newroza Efrînê û her çar parçeyên Kurdistanê pîroz kir. Sînan, destnîşan kir ku Newroz li dijî tekparêziyê berxwedan e û gelê kurd sed sal e li ber xwe dide û dev ji berxwedanê bernade.   Pîrozbahiyên Newrozê piştî axaftinan bi stranên hunermendan berdewam dike.